Li Gimgimê bexwedana li dijî JES’ê di roja 152’emîn de ye 2026-10-02 18:42:40   MÛŞ – Nbobgeta çalakiyê ya li Gimgimê li dijî projeya JES’ê ya tê plankirin bê çêkirin hat destp^keirin di roja 152’emîn de berdewam kir.   Çalakiya nobedariyê ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve hatiye destpêkirin, li dijî projeya santrala enerjiya jeotermal a ku ji aliyê pargîdaniya bi navê IGNIS H2 Energy Generation Inc. Ku navenda wê li DYA’yê ye ve tê plankirin, li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim  ya Mûşê didome.    Li qada nobeta ket roja 152’mîn, pankarta bi nivîsa "Gelê Vartoyê santrala jeotermal naxwaze; destê xwe nede av û axa min" hat daliqandin.   Nobeta îro ji aliyê welatiyên taxa Kultur a Gimgimê ve dewr hat girtin.