Nobeta JES’ê bi serdanên piştevaniyê didome 2026-10-10 19:48:17   MÛŞ - Nobeta çalakiyê ya li Gimgimê li dijî projeya JES’ê ya tê plankirin bê çêkirin hat destpêkirin di roja 160’emîn de berdewam kir.Welatiyên gundê  Emeran nobet dewr girtin û welatiyên ji Xinûsê hatin piştgirî dan nobetê.   Çalakiya nobedariyê ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve hatiye destpêkirin, li dijî projeya santrala enerjiya jeotermal a ku ji aliyê pargîdaniya bi navê IGNIS H2 Energy Generation Inc. Ku navenda wê li DYA’yê ye ve tê plankirin, li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim ya Mûşê didome.   Li qada nobeta ket roja 160’emîn, pankarta bi nivîsa "Gelê Vartoyê santrala jeotermal naxwaze; destê xwe nede av û axa min" hat daliqandin.   Welatiyên gundê  Emeran nobet dewr girtin û welatiyên ji Xinûsê hatin piştgirî dan nobetê.