Nobeta li dijî JES’ê di roja 173’emîn de ye 2026-10-23 18:24:03   MÛŞ - Çalakiya nobetê ya li dijî projeya JES’ê li gundê Xwarik ê Gimgimê, di roja xwe ya 173’yemîn de berdewam dike.Şaxa ÎHD’a Dêrsîmê serdana welatiyên di nobeta berxwedanê de kirin.   Çalakiya nobetê ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve li dijî projeya santrala enerjiya jeotermal a ku ji aliyê şîrketa IGNIS H2 Energy Generation Inc ku navenda wê li DYA’ye ve li gundê Xwarik ê navçeya Gimgimê ya Mûşê tê plankirin hatiye destpêkirin, didome.   Di roja 173’emîn a nobetê de, pankarteke bi nivîsa "Gelê Vartoyê santrala jeotermal naxwaze; destê xwe nedin av û axa min" li cihê çalakiyê hate daliqandin.   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan ( ÎHD) a Dêrsîmê serdana welatiyên di nobeta berxwedanê de kirin. Têkoşîna gundiyan a li dijî projeyê didome.