Li Arzoxliyê nobeta li dijî GES’ê di roja 28’an de ye 2026-11-18 16:10:21   ANED -Li taxa Arzoxlî ya navçeya Sûr a Amedê nobeta li dijî projeya Santrala Enerjiyê ya Rokê ya Zenkar-1 (GES), di roja 28’an de ye. Jinên ku xwestin ber bi qada projeyê ve bimeşin, ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.   Jinên ku li taxa Arzoxlî li dijî projeya GES’ê nobet digirin, xwestin biçin qada projeye lê ji rastî astengiya leşkeran hatin.   Li ser vê yekê jinan çalakiya rûniştinê lidar xist û dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Sermayeya kujer ji zozanên me here”, “Zevan a me ye û wê ya me bimîne” û “Bêdeng nemîne yan wê dora te were” hatin berzkirin.   Piştî çalakiya rûniştinê, niştecihên taxê vegeriyan konê nobetê.