Li Gimgimê nobeta li dijî JES’ê di roja 209’emîn de ye 2026-11-28 19:09:53   MÛŞ - Nobeta dijî projeya JES'ê ya li navçeya Gimgimê ku tê plankirin bê çêkirin, di roja 209'emîn de berdewam kir.   Nobeda ku li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) a ku ji aliyê şirketa bi navê IGNIS H2 Energy Generation Inc. ku navenda wê li Amerîkayê ye ve tê plankirini li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim ya Mûşê didome. Nobet di roja 209'emîn de didome bi biryardarî berdewam dike.   Di nobetê de pankarta bi nivîsa “Gelê Gimgimê Santrala Jeotermalê naxwaze; destê xwe nede av û axa min” hat daliqandin.