‘Gelê Kurd neçarî koçberiyê dikin’
- 09:02 3 Îlon 2023
- Ekolojî
AMED - Aktîvîsta ekolojiyê Leyla Çîte, talana xwezayê ya bi destê desthilatdariyê ya li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê pek tê nirxand û wiha bang kir: “Dixwazin civakê ji xweserbûna wan qut bikin û koçber bikin. Li dijî vê divê em têbikoşin.”
Talana xwezayê û şewata darastanan ku yek ji parçeyeke polîtîkayên şerê taybet e, li gelek bajarên Kurdsitanê jiyana zindî tune dike, di heman demê de jî qirkirina çandî armanc dike. Li Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê desthilatdarî mudaxaleyê şewatên daristanan nake. Şewatên daristanan rê li ber texrîbatên mezin ên li ser hevsengiya ekolojîk vedike.
Endama Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Leyla Çîte der barê talana xwezayê ya bi destê mirovan û desthilatdariyê pêk tê de nirxandin kir.
Bi hinceta polîtîkayên ewlehiyê şewatên daristanan
Leylayê destnîşan kir ku di bin navê polîtîkayên ewlehiyê de şewatên daristanan û texrîbata xwezayê zêdetir li Kurdistanê tê dîtin û bi feraseta dewletê ya bûye şîrket, desthilatdarî ji ser daran bazirganiyê dike. Leylayê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Şewatên daristanan bi salan e ji ber polîtîkaya şer pêk tê. Lê di demên dawî de di feraseta dewleta bûye şîrket de dar tên birîn û firotin û dibêjin em pere qezenc bikin. Li vir xweza topyekun veguhertine alavê. Tunekirina xwezayê hebûna zindiyan tehdîd dike. Divê ev wisa bê dîtin. Li Cudî, Licê, Akbelen û Dîkmece di şewatên derketin de gel û parêzvanên jiyanê xwedî li qadên jiyanê derketin.”
‘Şewat bi destê serdestan tê derxistin’
Leylayê balkişand ser şewatên tên derxistin û wiha vegot: “Şewatên li Mezopotamya û çiya tên derxistin bi destê serdestan tê derxistin. Bi zor mirovan ji warê wan dikin. Civakê ji xweserbûna wan qut dikin û neçarî koçberiyê dikin. Têkoşîna herî mezin jin li dijî polîtîkayên şerê taybet didin. Ji ber jin çand, ziman û xweza xwe diparêzin. Em dizanin ku zanîna xwezayê çandiniyê bi jinê dest pê kiriye. Parastina ziman û çand bi zanîna jinê dest pê kiriye.”
‘Dema mijar dibe herêma Kurdan kes deng nake’
Leylayê şewatên li Kurdistanê tên derxistin jî nirxand û got ev mijareke bi salane didome ye û ev tişt bi lêv kir: “Her sal em diçin Şirnex û Licê. Di mehên diyarkirî de li gundan çend caran şewat tê derxistin. Bi zanebûn ev şewat tên derxistin. Piştre mudaxale jî nayê kirin. Ev bi zanebûn tê kirin. Zimanê îlegalîzekirinê ya li herêma Kurdistanê divê bi dawî be. Li Akbelenê gel bi cendermeyan re tê rû hev. Li wir Tirk, Kurd ferq nake her kes xwezayê diparêze. Dema mijar dibe herêma Kurdan kes deng nake.”
Hemû zindî bi bandor dibin
Leylayê di dawiya axaftina xwe de jî ev tişt anî ziman: “Ev şewatên dertên heta tunekirina jiyanê diçe. Li bajarên Kurdan çêkirina bendavan, santralên hîdroelektîrîk ji xwe krîza avhewayê giran dike. Êdî em demsalan nas nakin. Çandinî her diçe zehmet dibe. Şewatên li Şirnex, Amedê bidomin wê krîz hîn bêtir mezin bibe. Her wiha ev êrîş wê bandorê li ser tenduristiya hemû welat bike. Li dijî van êrîşan divê em têkoşîna xwe mezin bikin.”