Curebûna li Hewselê di bin xetereyê de ye
- 09:02 14 Cotmeh 2023
- Ekolojî
AMED - Baxçeyên Hewsel û Sûrên Amedê ku di Lîsteya Mîrateya Çanda Cîhanê ya UNESCO’yê de ye, nagirin bin "Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya di bin Xetereyê de". Nurşîn Aslaner Esen der barê mijarê de axivî û got Hewsel ji çandiniya endurstriyel re hatiye vekirin û ev rewş jî rîskek cidî diafirîne.
Baxçeyên Hewsel û Sûrên Amedê ku di Lîsteya Mîrateya Çanda Cîhanê ya UNESCO’yê de ye, ji bo bikeve bin "Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya bin Xetereyê" pêşnûmeyek ji aliyê UNESCO ve hat amadekirin û di civîna li Riyadê de hatibû qebûlkirin. Endama Komeleya Ekolojiyê Nurşîn Aslaner Esen der barê mijarê de nirxandin kir.
‘Tax ji holê hatin rakirin'
Nurşînê got Sûrên Amedê û Baxçeyê Hewselê di 2015’an de ketiye Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO û ji ber ev hebûn xweserin kirin lîsteyê. Nurşînê wiha got: “Divê ji ber vê bê parastin. Ji bo ev mîrate bên parastin di bin bana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de bi hevkariya UNESCO yekineyek rêveberiyê ya qadê hat avakirin. Di mekanîzmayê de rêxistinên civaka sivîl jî hene. Di 2015’an de pevçûnan dest pê kir. Hilweşîn çêbûn. Piştî hilweşînan qedexe hatin îlankirin. Tax hilweşandin û kirin rast. Berpirsyariya vir divê bi wezareta çandê re bûna. Lê hilweşîn rewa kirin û dewrê wezareta bajarvaniyê kirin. Xaniyên welatiyên wir hatin xespkirin. Qad hatin cemawerîkirin. Mirov hatin koçberkirin.”
‘Bi qeyûman re texrîbat zêde bûn’
Nurşînê got texrîbat tenê li Sûrîçî nehatiye kirin û wiha domand: “Heman tişt li Sûr û Baxçeyên Hewselê jî hatin kirin. Li herêma mijara gotinê ye qada çandiniya endustriyel hat vekirin. Vê gelek rîsk bixwe re anî. Tişta ku Hewselê dike Hewsel curabûna nebatane. Bi salane Sûr ji Hewselê xwedî dibe. Bikaranîna dermanên zîraî zirarê dide cureyê zindiyan. Ji bilî vê li nav erdan riyên fireh ku maşîneyên kar jê debas dibin vekirin. Vê rê li texrîbatên mezin vekir. Yên ev kirin jî qeyûm bûn. Projeyên îmarê yên qeyûm ev wisa kirin. Rîsk mezin bû. ji ber vê jî niha hatiye statuya ku bikeve Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya Dibin Xetereyê de.”
Rapor amadekirin lê nexistin bin lîseya xetereyan
Nurşînê da zanîn ku rêxistinên civaka sivîl û kesan li dijî hilweşîn û texrîbatan serî li UNESCO’yê dane û û UNESCO’yê jî heyeta ICOMOS şandine Amedê û wiha got: “Sala borî meha mijdarê de ICOMOS hat Amedê û raporek amade kir û encama lêkolînan de got divê lezgîn bikin bin parastinê û bi xetereyek cidî re rû bi rû ye. Ev di 15’ê îlonê de ji aliyê Komîteya Mîrateya Cîhanê ve hat nîqaşkirin. Lê nexisti lîsteya xetereyê.Ev jî naqokiya UNESCO’yê nîşan dide.”
‘Bi destê qeyûm texrîbat didomin’
Nurşînê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev qad ji ber li erdnîgariya Kurdistanê ne, dewlet bêyî ku li tu krîterê binêre hewl dide van qadan tûne bike. Ji bilî Amedê daristanên gelek bajaran jî tên tunekirin. Dar tên birîn. Mirov ji cihê wan tgên kirin. Herêmê bê mirov dihêlin. Bi vî awayî hewl didin tune bikin. Qeyûm bi bi projeyên bajarvanî û îmarê texrîbatan didomîne.”