Li Wanê Gola Keşîş a 2700 salî 2026-06-07 09:02:47   WAN - Gola Keşiş a kevnar, ku 2700 sal in li ser piyan e, bedewiyeke mezin a xwezayî ye û di lîsteya cihên ku divê li Wanê werin ziyaretkirin de ye.   Gola Keşîşê, gola bendaveke kevnar a ji serdema Urartuyan maye, li navçeya Payîzava ya Wanê ye û bi heybeta xwe bala mirovan dikşîne. Gola Keşîş ya li kontarên çiyayê Erekê ye, beriya Zayînê navbera salên 685 û 645’an de ji aliyê duyemîn Qralê Urartuyê Rusa ve bi armanca  girtina pêşiya nevalê hatiye çêkirin û heta îro li ser piyan maye.   Gola Keşîş ya 2700 sale li ser rpiyane, li zozanên ku çavkaniya avên cemidî heye cih digire û ji çavkaniyên avê û çeman xwedî dibe. Bi hatina biharê re ev der dibe zozanên gundên derdorê û mirov li wir hem pincarê kom dikin hem jî demên xweş derbas dikin.   Li aliyê din jî  Gola Keşîş ji cureyên çûkan re malovahiyê dike û bi çiyayên berf, deşta kesk dîmenek bi heybet mirovan pêşwazî dike.   Foto: Oznûr Deger