‘Em çawa berî vê bi têkoşînê bi ser ketin em ê niha jî bi ser kevin' 2021-01-21 09:02:53   Sema Çaglak - Safiye Alagaş   AMED - Dayika Mehmet Yildirim ê girtî  Xezal Yildirim diyar kir ku çawa di çalakiya beriya vê ya grevên birçîbûnê de bi têkoşînê bi ser ketin ew ê vê carê jî bi heman têkoşînê bi ser kevin û got: “Em bi şev û roj bang dikin ku daxwazên girtiyan bên bicihanîn. Bila dayik û civak jî êdî rabin ser piyan. Daxwaza girtiyan daxwaza me ye.”   Li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê ji aliyê girtiyên siyasî yên PKK û PAJK'ê vê di 27’ê Mijdarê de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku 21 sal e li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilnd a Tîpa F tê girtin û bi dawîkirina binpêkirinên mafan li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Her ji 5 rojan carekê komek çalakiyê dewr digire.   Têkîldarî çalakiya grevên birçîbûnê banga xizmên girtiyan û girtiyan ji bo piştgirî û xwedîderketinê didome. Yek ji girtiyên ku ket greva birçîbûnê jî Mehmet Yildirim ê bi îdîayên “endamtiya rêxistinê” di sala 2009’an de hat girtin û 16 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîne. Mehmet ê ku di 17 saliya xwe de hat girtin û niha li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê dimîne. Mehmet ê ku di 8 salan de 4 caran tevlî çalakiyên greva birçîbûnê bûye.  Mehmet ê ku 11 sal e girtî ye, piştî çalakiya grevê di 27’ê Mijdarê de hat destpêkirin carke din di koma 3’yemîn de cihê xwe girt.   Dayika Mehmet, Xezal Yildirim ji ajansa me re axivî û bang li malbatan û civakê kir ku li cihê xwe nesekînin û xwedî li çalakiya girtiyan bê derketin.   ‘Heta ku diçim girtîgehê gelek zehmetî dibînim’   Xezalê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girtina kurê xwe û diyar kir ku ji bo çûyîna girtigehê gelek zehmetiyan dikişîne. Xezalê, got: “Dema ku kurê min hate girtin 17 salî bû. Serê sibehê hatin ber derî û wî birin qarakolê. Kurê min 3 rojan di binçavan de ma û piştre şandin girtîgeha Tîpa D ya Amedê. 22 mehan li Amedê ma. Piştre şandin girtîgeha Tîpa T a Bafrayê. Ev 11 sal in li wir dimîne. Em heta ku diçin Samsûnê gelek zehmetiyan dibînin. Hata ku diçin girtigehê em 3 wesayitan diguherin. Her wiha xwendin û nivisandina min jî tune ye, tirkî jî nizanim. Ji ber wê dema ku diçim girtîgehê gelek zahmetiyan dibînim.”   ‘Heta daxwazên wan neyên cih wê dev ji çalakiyê bernedin’   Xezalê destnîşan kir ku heta daxwazên zarokên wan neyên cih ew ê dest ji greva xwe bernedin û wiha pêdê çû: “Zarokên me dixwazin tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û pinpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî bên bidawîkirin. Bila deriye Îmraliyê vekin û şert û mercên girtîgehan jî sererast bikin. Kurê min dibêje cenaze jî ji girtîgehan derkevin em dest ji çalakiya xwe bernadin û bang li dayik û civakê dikin ku bila dakevin qadan û piştgiriyê bidin wan. Her wiha kurê min got ku hûn di çalakiya   berê de çawa xwedî li çalakiya me derketin îro jî wiha lê xwedî derên û bi laçikên xwe yên spî piştgiriyê bidin. Hercara ku zarokên me telefonî me dikin banga xwedîderketinê dikin.  Ez wek dayikek girtî ji bo çalakiya wan hertim diçim çalakî û daxuyaniyan ku bikaribim bibim dengê girtiyan. Ez ji bo girtiyan gelek bi fikar im. Kezebên me bedên xwe dane ber mirinê. Em ê çawa bikaribin li cihên xwe rûnên.”   ‘Mifta aştiyê deriye Îmraliyê ye’   Xezalê diyar kir ku daxwaza wan a sereke aştiyeke mayînde ye û ev jî bi rakirina tecrîdê pêkan e. Xezal axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em wek dayik hertim dibêjin aştî. Mifta wê jî vekirina deriyê Îmraliyê ye. Bila tu kes zilm û îşkenceyê nebîne. Kî dibe bila bibe mafên wan ê bngehîn yên wekî wekî axaftina bi telefonê, hevdîtina bi parêzer û malbatên wan re hene. Ew maf divê neyên binpêkirin. Ne dihêlin parêzer biçin û ne jî dihêlin malbat serdana xizmên xwe yên girtî bikin. Birêz Ocalan  22 sal  e di bin tecride de ye. Di nav çar dîwaran de ye. Mafê wî jî yê ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike heye. Hemû kes jî dizane ku heta deriye îmraliyê venebe zarokên me  dest ji grevê bernadin.”   ‘Wekî berê em ê bi têkoşînê bi ser kevin’   Xezalê anî ziman ku çawa cara ewilî ji bo grevên birçîbûnê têkoşînan dabûn û bi ser ketibûn dê îsal jî heman têkoşînê bidin û bi ser kevin. Xezalê wiha bi lêv kir: “Em bi şev û roj bang dikin ku daxwazên girtiyan bên bicihanîn. Bila dayik û civak jî êdî rabin ser piyan. Daxwaza wan daxwaza me ye. Ji zarokên me biqîmet çi heye? Çi bibe bila bibe ez ê li pişt zarokên xwe bim. Bila parlementer û rêxistinên sîvîl û parezêr jî rabin ser piyan.  Di çalakiya beriya vê de 7 girtiyan li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî. Em naxwazin ku tu kes jiyana xwe ji dest bide. Kezeba me dayikan dişewite. Me çawa salên berê piştgirî dabû wan, em ê îro jî piştgiriya xwe bidomînin. Em li derve ne derfetên me ji bo çalakî û piştgiriyê zêde ne. Lê  belê zarokên me bi salan e di nav çar dîwaran de li ber xwe didin. Divê em hemû destê xwe bidin ser wîjdaa xwe û bifikirin ku em çawa bikarin piştgiriya wan bikin. Berî ku ku dereng bimînin  bila daxwazên gitiyan qebûl  bikin.”   ‘Heke hewce bike em ê jî bikevin grevê’   Xezalê wiha dawî li axaftina xwe anî: “2 sal berê me dayikan pêşengtî ji bo grevên birçîbûnê kiribû. Wê çaxê jî em çûbûn ber deriyê girtîgehan û polîsan êrîşî me kiribûn. Em bi erde re kaş kiribûn, li me xistibûn û em kiribûn wesayitên zirxî. Me dîsa dev ji çalakiya xwe berneda. Wê çaxê polîsan li min gelek dan her dera canê min êşîya bû. Piştre ji min re digotin nekeve nav dayikan lê min guh neda wan. Zarokên me bedena xwe dabûn ber mirinê em ê çawa bisekiniya. Îro jî dîsa çi bikin jî ez ê dîsa ji bo zarokên xwe biçim çalakiyan. Ez ê ji bo zarokên xwe û hemû hevalên wî dîsa biçim û têbikoşim. Heke hewce bike em ê jî bikevin grevê. Kezeba min 12 sal e di girtigehê de û birçî ye ez ê çawa bi rehetî razêm.”