Li Mexmûrê çalakiya greva birçibûnê koma 19'emîn dewr girt 2021-01-23 10:42:39   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyên zîndanan hat destpêkirin, îro koma 19'emîn çalakî dewr girt û çalakî ket roja xwe ya 37'an.    Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan, di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê kirin. Îro çalakî ji hêla koma 19'emîn ve dewr hat girtin û çalakî 37 roj in didome.    Li ser navê koma 18’an Şiyar Erkendî axivî û got: "Li ser navê koma 18’an ez destpêkê vê çalakiyê li Serok Apo, girtiyên zîndanan û gelê welatparêz pîroz dikim. Weke tê zanîn di roja me ya îro de dagirkeriyek mezin li ser xaka me û tevahiya Rojhilata Navîn heye, tecrîdek mezin li ser Rêber Apo heye. Heya ku ev tecrîd neyê şikandin, berdêl çi dibe bila bibe em ê li ser linga bin û çalakiyên xwe berdewam bikin. Em bang li tevahiya Gelê Kurd dikin û dibêjin li ku derê dibe bila bibe, her ferdekê ku bêje ez xwedî nasnameya kurd im, dengê xwe bilind bike û tevlî çalakiyan bibe."    Merasîma dewirgirtinê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zîndanan” bi dawî bû.