KNK: Pêwîste rê li ber perwerdeya kurdî bê vekirin 2021-05-15 11:05:28   NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê bi minasebeta 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek da û got: "Pêwîste rê li ber perwerdeya bi kurdî bê vekirin û ji bo vê yêkê di serî de partî û saziyên me û di pey re jî her welatiyek kurd divê xwe berpirsiyar bibînin."   Komîteya Ziman, Çand û Perwerdeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyek nivîskî 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. KNK’ê ji bo ku zimanê kurdî bibe fermî, banga xurtkirina têkoşînê li her kesî kir.   Di daxuyaniya KNK’ê de ev tişt hatin gotin:   “15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Îsal di nav rewşeke taybet da ev cejin tê pîroz kirin. Dewletên Tirkiye, Îran û Sûriya zilma xwe ya li ser netewa kurdan sist nekiriye û naxwazin sist bikin, kurd û Kurdistanî jî bo bi destxistina mafên xwe yên bingehîn li dijî van dewletên dagîrker berxwedana xwe didomînin.   Gelê Kurd bi salan e ji bo domandina hebûna xwe têkoşîneke xurt dide. Di pêvajoya vê têkoşînê de çeperê zimanî her tim di serî de bûye. Ji bo dagirker têkbirin û helandina Gelê Kurd bi birandina zimanê wan ve girêdaye, ji bo vê yekê girîng e ku kurd li ser pirsa perwerdeya kurdî rawestin û li ber xwe bidin. Zimanê me stêrka geş a li asmanê welatê me ye, heke ev stêr birije û nemîne ti wate ji hebûna kurdan re li ser vê erdnîgariyê jî namîne, bi vê ruhê û di van rojên teng de bi rê û rêbazên cuda divê em cejna zimanê şêrînê kurdî pîroz bikin û hişiyarî û hişmendîya çand û zimanî di nava gel de xurt bikin.   Pêwîste rê li ber perwerdeya bi kurdî bê vekirin û ji bo vê yêkê di serî de partî û saziyên me û di pey re jî her welatiyek kurd divê xwe berpirsiyar bibînin, ji bo vê armancê pêwîste kurd li Kurdistanê bi hemû şiyanên xwe têkoşîna xwe xurtir û bilindtir bikin.   KNK di vî warî da timî bala hêzên neteweyî kişandîye û dikêşê ser vê pirsa jiyanî. Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNK’ ê bi vê bîr û hizirê, pîrozbahîyên Cejna Zimanê Kurdî yên îsal bi dirûşma 'Ji bo kurd û Kurdistanê Parastina Zimanê Kurdî erkê neteweyî ye' daye destpê kirin.”