Li Mexmûrê koma 76'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt 2021-05-15 12:19:07   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê hatiye destpêkirin, îro koma 76’emîn çalakî dewr girt û çalakî 149 roj in  didome. Şandeya ku ji Nûnertiya HDP’ê ya ji Herêma Federal a Kurdistanê pêk tê çalakvanên greva birçîbûnê ziyaret kirin.    Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Îro koma 76'an çalakî dewr girt û çalakî 149 roj in didome.   Her wiha şandeya ku ji Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Herêma Federal a Kurdistanê pêk tê bi wesîleya Cejna Remezanê hatin serdana wargehê û îro jî çalakvanên greva birçîbûnê ziyaret kirin. Di merasîma dewrgirtinê de Sedîq Demîr axîvî û bal kişand ser armanca çalakiyê. Sedîq, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em du tiştên girîng dijîn. Yek meha gulanê meha şehîdan e. Di kesayeta rêheval Heqî Karer û rêheval hozan Mîzgîn ez hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîrtînîm.    Çekên kîmyevî bikar tînin    Pêvajoya ku em têre derbas dibin gelek giran e, gelek mezin e. Kurd bi qirkirineke mezin re rûbirû ne. Dewleta tirk tu rêzikên şer nasnake. Li Zap, Metîna û  Avaşînê dixwazin gerîlayên me dorpeç bikin. Lê bila bizanibin ku tiştên dixwazin nikarin pêk bînîn. Ji ber ku gerîlayên me yên profesyonel yên hemdemî hene. Gerîla dizanin li ber xwe bidin û dijmin têk bibin. Ji dervayî qanûnê dinyayê çekên kîmyevî bikartînîn. Çekên jehrê bikartînîn. Bi vî rengî hinek hevalên me şehîd ketin. Psîkolojiya dijmin têkçûye. Ji ber ku nikare li ber xwe bide diçe çeteyên li Rojava tîne. Diçe çeteyên Bakur tîne. Hinek çeteyên Başûr tîne. Têr nake dixwazin rêxistinên kurdan jî li hember kurdan bikar bînin. Lê hêza wan dê têrî vê neke.    Em ê li her derê bi ser kevin    Serkeftina Kurdistanê ji yekrêziya kurdan derbas dibe. Lê çima kongreyek netewî çênabe. Yên nayên kongrê jî bila bi tenê bimîne. Hinek kes dibejin bila şerê xwe bibin Bakur. Başe kî Lozan îmze kir? Hewler çiye Amed jî ew e. Mahabat çiye Kamişlo jî ew e. Kurdistan a kurda ye û ya Kurdîstaniyan e. Banga me ji bo gelê Başûr ev e ku bila destê xwe bidin hevdu û tevlî xebatên avakirina yekitiya kurdan bibin. Kî çi ji destê wan hat bila bikin. Mîletê me ya Başûr ne xirab e. Mîletê me ya Başûr wê bibin şoreşgerên gelê xwe. Ger em çiyê bi ser kevin em ê li herderê bi ker kevin."    'Dê berxwedan bidome'   Berdevkê HDP’ê Hîkmet Hatîp jî li ser navê şandeyê axîvî û cejna hemû gelê wargehê pîroz kir û û got: "Îro em ji Hewlerê hatin. Me xwest em cejna gelê xwe yên Mexmûrê pîroz bikin. Em berxwedana Mexmûrê berxwedana girtiyan pîroz dikin. Dijmin her derê dixwaze me tune bike. Pêwîste li her derê jî berxwedan berdewam bike. Divê serkeftin bibe ya Gelê Kurd."   Çalakiya dewrgirtinê bi dirûşmên "Bîjî berxwedana zîndanan" û "Bijî Serok Apo" dawî bû.