Dayikên Şemiyê careke din eqûbeta xizmên xwe pirsîn 2021-05-15 15:14:59   STENBOL - Dayikên Şemiyê ku her hefte eqûbeta xizmên xwe dipirsin vê hefteyê jî aqûbeta Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz ên di 7'ê Hezîrana 1995'an de li Amedê hatin windakirin pirsîn.    Dayikên Şemiyê û xizmên windayan, bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û kiryar bên darizandin, di hefteya 842’an de çalakiya şemiyê berdewam kirin. Dayikan ji ber şewba vîrusa corona dîsa daxuyanî li ser hesabê medya înternetê dan. Dayikên Şemiyê û xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz ên di 7'ê Hezîrana 1995'an de li Amedê hatin windakirkin pirsîn. Keça Edîp Aksoy, Berîtan Aksoy, anî ziman ku bavê wê parazvanê mafê mirovan bû û wiha got: "Bavê min gelek caran hat binçavkirin. Gelek caran îşkence lê kirin. Ji ber vê yekê neçar ma ji gund koç bike û hat li Navenda Amedê bi cih bû. Di 7'ê Hezîranê de Bavê min û Orhan Cîngoz bi hev re li texsiya Torosa spî suyar kirin û winda kirin. Kesên dîtin ew li maşînê suyar kirin û birin hene. Me serî li hemû saziyên fermî dan. Lê înkar kirin."    'Em ê têkoşînê bidomînin'   Berîtanê, anî ziman ku heta ew negejin gora bavê xwe naxwazin bimirin û wiha axivî “26 salin ez li wî difikirim. Dema ez 40 rojî bûm bavê min winda kirin. Min ew qet nedît. Xeyala min a herî mezin gorek bavê min hebûya. Min dixwest çîçekên li ser gora wî av bidim. Bi dehan sal derbas bibin jî ez dest ji têkoşîna wî bernadim. Ez bimirim jî dê rojekê rastî ronî bibe. Ez jî dixwazin di rêya wan de biçim."    'Sûc tê înkarkirin'   Di hefteya 842’an de keça Savaş Buldan, Zelal Buldan daxuyanî xwend. Zelal, anî ziman ku li Tirkiyeyê lêpirsînên der barê windayan de, sûc tên înkarkirin û veşartin û wiha got: "Li pêş şahid, gotin û rastiyên bûyerê bendên înkarê ava dikin. Hemû rêyên lêgerîna mabatan bi xapandinan digirin. Lê dîsa malbat hewl didin xwe bigînin edaletê. Îro cejn e. Malbat ne bi kêf û xweşiya cejnê li hev kom bûne. Ez di şexsê Sara Aksoy û Ayşe Cîngoz de daxwazên malbatan ên ‘Bila gorek me ya em ziyaret bikin û qurnefîlan dînin ser hebe" parver dikim. Edîp Aksoy li Gundê Zengê yê Liceyê dijiya. Endamê ÎHD'ê bû. leşkeran 3 caran Edît binçav kirin û îşkence lê kirin. Ji ber zextên leşkeran Edîp di sala 1993'an de koçî Navenda Amedê kir. Edip Aksoy ê 31 salî li Amedê dest bi firotina tûtinê kir. Edîtp û gundiyê wî Orhan Cîngoz saet di 12.00'ê nîvro yê 7'ê Hezîrana 1995'an de revandin û winda kirin.    Endamê JÎTEM'ê Abdulkadir Aygan di îtîrafên xwe de anî ziman ku Edîp û Ayşe ji aliyê endamên JİTEM'ê ve hatin înfazkirin. Li ser rêya Sîlopiyê defin kirin.    Buldan, anî ziman ku çend sal derbas bibin jî dê lêgerîna aqûbeta Edip Aksoy û Orhan Cîngoz jî di navde lêgerîna hemû windayan berdewam bikin. Buldan, anî ziman ku dê dest ji Qada Galatasarayê ku 143 hefte ye li wan hatiye qedexekirin bernedin.