Li Amedê jinek hat qetilkirin 2021-05-15 15:59:28   AMED - Li navçeya Peyasê Şehmûs A. jina bi navê Şîrvan Donmez bi kêrê qetil kir.   Li navçeya Peyasê ya Amedê li taxa Huzurevlerî di 13'ê Gulanê de Şehmuz A. jina ku 25 sal e pê re bi mahra melê hatibû zewicandin Şîrvan Donmez bi kêrê qetil kir. Bûyera ku di saetên şevê de pêk hat, bi hişyarbûna zarokan a bi dengê dayika wan re derket holê. Piştî ku tendirustvan  hatin cihê bûyerê diyar kirin ku Şîrvanê jiyana xwe ji dest daye.    Hat diyarkirin ku gûmanbar piştî ji cihê bûyerê reviyaye çûye qereqolê û gotiye ku wî şîrvanê qetil kiriye. Gumanbar piştî derxistin dadgehê hat girtin.   Cenazeyê Şîrvanê piştî otopsyê ji aliyê malbata wê ve ji nexweşxaneyê hat girtin û li Goristana Yenîkoy a Amedê hat definkirin.