ROJEVA 16'Ê GULANA 2021'Ê 2021-05-16 09:00:00   *Civaka Hunera Amîdart, di çarçoveya projeya ‘Wek mînaka mîrateya çandî ya ku ne şênber e dengê bajar Amed’ ya bi piştgiriya Ji bo Çandê Qad, dimeşîne de derfetên ji bo dengên çand-bajar zêde dike û parastina van dengan wê biguhere xebatek kolektîf.    * Li navçeya Elkê bi hatina biharê re Guldexwînan vekir û xweşikahiya xwe dan çiya. Guldexwîn ku bi bedewiya xwe navdarin coş û kêfxweşiyeke mezin di dilê şêniyên li herêmê de ava dikin û rastî eleqeyeke mezin tên. BI DÎMEN   *DÎB, amadekariyên xwe yên Konferansa Demokrasiyê didomîne. Ji bo konferansê Koma Xebatê ya Jinan dê bê avakirin. Dê bi Koma Xebatê nêrîn û pêşniyarên jinan di konferansê de bên ziman.    * Bajarê Dêrsimê ku bi xwezaya xwe yek ji bajarên balkêş ê Kurdistanê ye, di vê demsalê de dest bi pêşwazîkirina geştiyarên xwecihî û biyanî dike. Bajarê Dêrsimê ku li gel hemû êrîşan xwe diparêze bi xweşikbûna xwe balê dikişîne. BI DÎMEN