Ji bo Konferansa Demokrasiyê 'Koma Xebatê ya Jinan' dê bê avakirin 2021-05-16 09:01:21   STENBOL - DÎB, amadekariyên xwe yên Konferansa Demokrasiyê didomîne. Ji bo konferansê Koma Xebatê ya Jinan dê bê avakirin. Dê bi Koma Xebatê nêrîn û pêşniyarên jinan di konferansê de bên ziman.    Ji bo Demokrasiyê Yekitî (DÎB), dê di meha hezîranê de bi dirûşma "Nan, azadî û edalet" Konferansa Demokrasiyê li dar bixe. Vexwînerên Konferansa Demokrasiyê yên ji siyasetmedar, nivîskar akademîsyen û nûnerên saziyên civaka sivîl pêk tên armanca xwe ya hevpar bi civînekî diyar kiribûn. Bi konferansê tê armanc kirin ku hêzên demokrasiyê hêzên xwe bikin yek û bikaribin hemû aliyên civakê bînin cem hev. DÎB, armanc dike ku bi yekîtiyê rêyeke nû ya siyaseta gelparêz veke û bibe platformeke rewa ya daxwaz û dengê hemû bindestan.    Amadekariyên konferansa ku di meha hezîranê de pêk bê didomin. Ji DÎB'ê Cemîle Baklaci ji ajansa me re behsa amadekariyên jinan ên konferansê kir.    Cemîle, bal kişand ser Konferansa Demokrasiyê û diyar kir ku dê jin, karker, ciwan û hemû beşên civakê di konferansê de cih xwe bigirin. Cemîle, destnîşan kir ku dê hewl bidin ku bi nêzîkatiyeke kollektîf daxwazan bînin ziman û got: "Ji bo konferansê komên xebatên hatin amadekirin. Ji bo pirsgirêk û çareseriya pirsgirêkên jinan di konferansê de bê ziman Koma Xebatê ya Jinan dê bê avakirin. Di vê komê de dê nûnerên saziyên jinan, kesayet û femînist hebin."   Cemîle, da zanîn ku ji bo konferansê komên vexwîner hatin amadekirin û wiha axivî: "Em jin dê di 20'ê gulanê de di nava koma vexwînerê de cih bigirin. Her wiha di 17'ê gulanê de jî bi jinan re bicivîn û bal bikişînin ser mijarên ku di konferansê de bên nîqaşkirin."    Cemîle, diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de gelek jin di nava malê de bi şîdetê re rûbirû man an jî hatin kuştin. Cemîle wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ligel şîdet û kuştinan, jin bi xizanî û bêkariyê re rûbirû dimînin. Ev pirsgirêkên jinan her roja ku derbas dibe kûrtir dibe. Di pêvajoya pandemiyê de herî zêde jin di nava şert û mercên bêewledê hatin xebitandin. Em ê di Konferansa Demokrasiyê de wan pirsgirêkên sereke yên jinan bînin ziman. Em dibêjin li hemberî her cûreyên êrîşên li hemberî jinan, em ê vîna xwe biparêzin û rêbaza têkoşîna xwe ya hevpar avabikin."