Girtiyê bi nexweşiya Epîlepsiyê îşkence kirin 2021-05-16 11:04:42   ENQERE - Girtiyê bi nexweşiya epîlepsî Selamî Keleş, dema ku sirgûnî Girtîgeha Bafra ya Samsûnê kirine lêgerîna tazî lê kirine û gardiyanan jî îşkence lê kirine. Guzel Keleş bertek nîşanî pêkanînan da û got, "Heta roja îro tu kes nebû dengê wan. Em vê tundî û bê edaletiyê qebûl nakirin."   Çalakiya greva birçîbûnê ku li girtîgehan li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan li girtîgehan hat destpêkirin di roja 171'emîn de berdewam dike. Li gel ku dewlet tu gavê navêje û dengê girtiyan nabihîze pêkanînên bi vî rengî jî roj bi roj zêdetir dibin.  Yek ji binpêkirinên mafan a herî girîng ku tê kirin jî lêgerîna tazî ya li girtiyan e. Herçend ku hikûmet vê pêkanînê red bike jî her roj girtî bi vê pêkanînê re rûbirû dimînin. Mînaka vê ya herî dawî jî li Girtîgeha Bafra ya Samsûnê rû da. Hat diyarkirin ku di 7'ê Gulanê de li Girtîgeha Duzceyê Selamî Keleş ê  girtiyê siyasî û bi nexweşiya epîlepsiyê li Girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê ji qawîşa wî girtine û bi hinceta ku wê bibin revîrê ne agahî dane parêzerên wî û ne jî malbata wî û sirgûnî Girtîgeha Bafraya Samsûnê hatiye kirin. Hat diayrkirin ku li girtîgeha sirûnî wê hatiye kirin jî lêgerîna tazî lê hatiye kirin.    Selamî ê ku bi rêya telefonê agahî da malbata xwe diyar kir ku ji ber lêgerîna tazî red kirye gariyanan ew kirine odeyekê û 8 gardiyanan îşkence lê kiriye.  Li selamî yê ku binpêkirinên mafan bi dirûşman şermezar kir lêpirsîna dîsîplînê hat vekriin.  Guzel Keleş tita anîne serê lawê wê ji ajansa me re vegot.   Piştî ku hat girtin nexweş ket   Selamî yê ku 23 sal ceza lê hat birînû 10 sal e di girtîgehê de ye, sirgûnî girtîgehên wekî Zonguldak, Kurkçuler, Duzce û gelek girtîgehên din hatiye kirin. Dayika Selamî Guzel Keleş diyar kir ku lawê wê nexweşê epîlepsiyê ye û wiha got, "Dema ku selamî nûh hat gitin tu nexweşiyên wî tune bûn heta ku du sêsalan di girtîgehê de ma jî ne nexweş bû. Lê piştî 3 salan Selamî nexweş ket û rewşa tendirustiya wî her ku çû xira bû. Gelek caran ji bo ku ez xemgîn nebim ji min re bahsa nexweşiya xwe nekir. Lê dema ku ez çûm girtîgehê min dît li gel ku moralê wî li cih jî bû gelek kîlo daye. Ji ber wê ez ji rewşa lawê xwe ketim gûmanê, ez çûm gel mudurê girtîgehê ûmin got,  li gel ku lawê min nexweş e hûn her roj li ser piyan bi wan hejmartinê didin kirin wê ev îşkence kengî biqede û hûnê heta kengî dilê me biêşînin? Mudur ji min re got, 'Ji xwe lawê we di destên dewletê de ye û dewlet pê eleqedar dibe'. Lê heta ku em rewşê ji çapemeniyê re ranegihînin lawê min nabin nexweşxaneyê. Piştî wê carekê li Nexeşxaneya Bakirkoyê razandin û hinekî rewşa wî baş bû. Lê piştî ku birin gîrtîgehê dîsa êrîş û îşkence lê kirin.  Di wê navebrê de dermanê wî jî carna didan carna jî nedidanê."   'Rêveberiya girtîgehê telefon li rûyê me girt'   Dema ku lawê min li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê bû di 7'ê Gulanê de bi hinceta ku wê li revîrê tahlîlê bigirin ji qawîşa wî girtine û hevlên wî careke din jê agahî negirtine. Guzelê got, "Ez 4 rojan ez bi îmaknên xwe li kurê xwe geriyam û em hîn bûn ku sirgûnî Girtîgeha Bafrayê hatiye kirin. Em 4 roljan li rêveberiya girîgehê geriyan ji bo ku em agahiyê ji Selamî bigirin. Lê li gel ku agahî nedan me telefon jî li rûyê me girtin."   'Îşkence dikin û kincên wî jê dikin'   Guzel got ku li gel ku rêveberiya girtîgehê dizane lawê min nexwe şe jî ji aliyê 8 gardiyanan ve îşkence lê hetiye kirin. Guzel gotinên lawê xwe wiha rêz kirin, "Ji selamî re li ber deriyê girtîgehê dibêjin kincê xwe ji xwe bike lê Selamî li ber xwe dide û dibêje, 'Ez vê bêedaletiyê qebûl nakirin û kincên xwe ji xwe nakim'.  Piştî wê 7 -8 gardiyan bi milê wî digirin û wî dikin odeyekê û bi darê zorê kincên wî jê dikin û îşkencê lê dikin.  Gardiyanek pê li serê wî yek jî pê li sutiyê wî dkie.  Piştî ku Selamî bê nefes dimîne mecbûr dibin ku rakin nexweşxaneyê. Selamî 45 deqeyan li gel doktor dimîne lê doktor deqeyekê jî pê mijûl nabe û wî paş ve dibin girtîgehê. Lê selamî diyar kir ku ew wê şevê heta sibehê ji ber êşa xwe ranezaye. Ez dayik im û dilê min diêşe. Nê nikarin bi îşkenceyê bi me gavê bidin avêtin."   'Em vê bê edaletiyê qebûl nakin'   Guzel diyar kir ku ew êdî nema dixwazin ku vê îşê bikişînin û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Di serî de Wezîrê Edaletê û rayedarên din bila destê xwe daynin ser wicandê xwe û bes vê îşkenceyê li zarokên me bikin û dilê me biêşînin. Bila êdî rondikên çavên dayikan rawestin. Bila vê jî bizanibin rêya zarokên me rêya me ye jî. Zarokên me 171 roj e di grevê de ne .Tu kes nebû dengê wan. Em vê bê edaletiyê qebûl nakirin."