ROJEVA 17'Ê GULANA 2021'Ê 2021-05-17 09:00:00     * Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran bal kişand ser xala 6'an a Peymana Stenbolê û got: "Meclîs li şûna ku wekheviya di navbera jin û mêran pêş bixe helwesteke berovajî nîşan dide. Ji ber ku îqtîdar dixwaze 'Jineke makul û makbûl' biafirîne." BI DÎMEN   *Parlamentera HDP'ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari, diyar kir ku baregehên tirkiyeyê yên li Iraqê hatine avakirin hebûna PDK'ê jî dikin xeterê û got, "Tirkiye heta niha ji operasyonên derveyî sînor tu tişt bi dest nexistiye û wê ji niha pê de jî bi dest nexe." DÎMEN HEYE    *Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan a Cizîrê Evîn Cûma destnîşan kir ku niha li hemberî gelê herêmê şerê avê tê meşandin û got: “Qutkirina avê sûcê mirovahiyeyê û pîvanên navneteweyî tê binpêkirin. Av wekî çek li hemberî gel tê bikaranin. Divê li dijî vê sûcê raya giştî bêdeng nemînin." BI DÎMEN   *Xizmên girtiyan, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan ku hatiye destpêkirin axivîn û gotin: “Bila tecrît bê bidawîkirin û daxwaziya zarokên bê bivihsnîn.  Ger ku tecrît bêrakirin dê pirsgirêk bên çareserkirinbên. Em naxwazin ku zarokên me zerarê bibînin.”