Ayşe Acar Başaran: Meclîs li şûna wekheviyê newekheviyê pêş dixe 2021-05-17 09:01:27     Dîlan Babat   ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran bal kişand ser xala 6'an a Peymana Stenbolê û got: "Meclîs li şûna ku wekheviya di navbera jin û mêran pêş bixe helwesteke berovajî nîşan dide. Ji ber ku îqtîdar dixwaze 'Jineke makul û makbûl' biafirîne."   Bi biryarnameya Serokkomar di 20'ê adarê de Peyman Stenbolê hat betalkirin. Çend peyman nedihat pratîzekirin jî ji bo jinan mekanîzmayeke ewlehiyê bû. Li dijî betalkirinê jin daketin qadan û çalakî li dar xistin. Her wiha li parlamentoyê jî parlamenterên muxalîf ên jin li dijî biryara hatî girtin ketin nava tevgerê.  Di peymanê de xala 6'an tê wateya, afirandin û pratîzekirina polîtîkayên ku wekheviya jin û mêran diparêze. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran xala 6'an ji ajansa me re nirxand.    'Betalkirin ne biryara Tirkiyeyê ye'   Ayşe Acar Başaran, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rêbaza betalkirina Peymana Stenbolê û got: "Betalkirina peymanê ne biryara Tirkiyeyê ye. Li Meclîsê gelek partî hene. Bi vîna partiyên siyasî û jinan peyman nehatiye betalkirin. Betalkirina peymanê tenê bi biryara Serokê Giştî ya AKP'ê pêk hatiye. Hevpeymanên Navneteweyî çawa tên qebûlkirin diyar in û rêbazên wê hene. Peymanên Navneteweyî di serî de tê Meclîsê û li vir nîqaş tên kirin û bi deng dayînê biryar tên girtin. Piştî ku peyman tê îmzekirin û wekî qanûnê dibe. Di xala 90'î ya makeqanûnê de ev tişt diyar e. Her wiha heman tişt ji bo betalkirinê jî derbasdar e."   'Peymana Stenbolê hedef hat girtin'   Ayşe Acar, destnîşan kir ku hemû partî bûn yek peyman hat îmzekirin û ewilî Tirkiye peyman îmze kir. Ayşe wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji ber ku li Stenbolê hat îmzekirin navê Stenbolê girt. Serokê Giştî ya AKP'ê li dijî rê û rêbazan şev nîvê şevê piştî 8'ê Adarê peyman betal kir. Di 8'ê Adarê de jinek hat kuştin, jineke 92 salî bi tecawizê re rûbirû ma û pişte hat kuştin. Ji bo lêkolîna şîdet û çareseriya pirsgirêkan di 9'ê adarê de komîsyonek hat avakirin. Bi biryara Serokê Giştî ya AKP'ê di 20’ê adarê de komîsyon hat betalkirin. Li gorî serdestiyê peyman ne li gorî 'Malbatên Tirkiyeyê ye'. Diyanek bi heman rengî digot 'Bi peymanê dixwazin malbatê ji holê rakin'. Yek car Peymana Stenbolê hedef hat girtin. Demek dirêje ku amadekariya wê pêvajoyê dihat kirin. Li şûna Peymana Stenbolê nîqaşên Peymana Enqerê xistin dewrê."    'Di pandemiyê ne newekhevî zêdetir bû'   Ayşe, da zanîn ku nîqaşên betalkirina peymanê di destpêka pandemiyê de hat kirin û wiha bi lêv kir: "Bi tevahî cîhan bi pandemiyê re mijûl dibû û hewl didan ku qeyrana derketî çareser bikin. Ji bo me jî wisa bû. Ji bo me parastina civakê girîng bû. Her wiha di nava civakê de herî zêde jin ji pêvajoya pandemiyê bi bandor bû. Bi pandemiyê re şîdeta li hemberî jinê zêdetir bû. Newekheviya di navbera jin û mêran her roja ku derbas dibû kûrtir dibû. Hêj ev nîqaş dihat kirin betalkirina Peyman Stenbolê ket rojevê. Anîna mijara betalkirinê ya li Meclîsê ne li gorî îqtîdarê bû, ji ber ku partiyên muxalîf dê li dijî wê yekê derketa. Lê vîna meclîsê nehat nasîn, nêrîn û vîna jinan nehat guhdarkirin û peyman hat betalkirin."    'Qanûn nehatin pratîzekirin'   Parlamenter Ayşe, daxuyand ku derbarê betalkirinê de serî li rêyên hiqûqî dane û wiha mijar anî ziman: "Helbet em rêya hiqûqê wekî tekane rêya çareseriyê dibînin. Li vî welatî êdî qanûn nîne û qanûn nayên pratîzekirin. Welat bi biryarname û giştînameyan tê birêvebirin. Em bi pêvojayeke wisa re rûbirû ne. Me serî li Dadgeha Bilind da, lê heta niha tu bersiv nehatiye dayîn. Mixabin edalet ne li hemberî jinan, ne li hemberî destkeftî û ne jî li hemberî civakê pêşket. Aliyek têkoşîna hiqûqê dihat dayîn û aliyek jî li kolanan çalakî hatin lidarxistin. Her wiha em jî li Meclîsê di hêla dîplomasiyê de têkoşîna xwe didomînin."   'AKP ji bo jinan polîtîkayên taybet diafirîne'   Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe, wiha bal kişand polîtîkayên AKP'ê ya li hemberî jinan: "Ji destpêke heta niha îqtîdar li hemberî jinan polîtîkayeke taybet diafirîne. Ne ji bo azadî û ne jî ji bo wekheviyê ket nava hewldanan. Di dema îqtîdara AKP'ê de Peymana Stenbolê hat îmzekirin, lê her tim jinê wekî 'xwîşk û dayik' pênase dikir. Îqtîdar tu carî jinê wek siyasetmedarek nabîne û tenê wekî depoyên deng dayînê dibînin. Ji bo jinan rola xwedîkirina pir û kalan, malbat û zarokan hat dayîn. Jin bê ewlê li malan xebitin. Jin her tim bû hedefa AKP'ê."   'Jin sûcdar tên nîşandan'    Ayşe, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser xala 6'an a Peymana Stenbolê: "Jinan bi têkoşîneke mezin Peymana Stenbolê bi dest xist. Lê di pratîzekirina peymanê de jî gelek zehmetiyan re jî rûbirû man. Piştî peymanê qanûna 6284'an hat derxistin. Di pratîzekirina vê qanûnê de jî pirsgirêk derxistin holê. Jinan ji bo êrişkar û kujer ceza bigirin gelek çalakî li dar xistin. Neçar man ku danişînan bi şopînin. Ji ber ku daraz li gorî nêrîna mêr teşegirtiye daxwazên jinan nehatin guhdarkirin. Jinên ku hatin kuştin sûcdar hatin nîşandan. Di nava civakê de polîtîkayên wekheviyê ji bo jinan girîng bû û ji bo wê yekê têkoşîna jinan jî hebû. Lê AKP têkoşîna jinan hedef girt wekî; tayînkirina qeyûman, hedefgirtina pergala hevserokatiyê, mafê nafakayê, zewicandina zarokan, mafê kurtajê û betalkirina Peymana Stenbolê."    'Bi israr rapora komîsyonê aşkera nekirin'   Ayşe, da zanîn ku li Meclîsê Komîsyona Wekheviyê a Jin û Mêran hebû, piştre firsend jî li navê komîsyonê zêdekirin û komîsyon bê wate kirin. Ayşeyê wiha behsa komîsyonê kir: "Çend Peymana Stenbolê nedihat pratîzekirin jî dîsa hebûna wê bi bandor bû. Li dadgeh û meclîsê hêzeke peymanê hebû. Niha ev tişt ji destê jinan hat girtin. Komîsyoneke wekheviya jin û mêran hebû li Meclîsê. Ji bo pratîzekirina peymanê di sala 2018'an de komîsyon hatibû avakirin. Nêzî 2 salan ev komîsyon xebitî û 2 parlementerên jin ên HDP'ê jî di nava komîsyonê de bûn. Çend komîsyon dawî li xebatên xwe anîn jî raporên komîsyonê nehatin aşkerakirin. Li gorî agahiyên hevalên me bandora Peymana Stenbolê gelek zêde bûye. Lê Meclîs bi israr rapora komîsyonê aşkera nekir. Îqdîtar jî tenê xebatên manîpulasyonê da meşandin. Li gorî îqtîdarê daxwaza jinan a Peymana Stenbolê dibe sedem ku mêr bêtir şîdetê pêk bîne."    'Jin nayên parastin û tên kuştin'   Ayşe Acar, daxuyand ku heke xala 6'an a Peymana Stenbolê bihata pratîzekirin niha şîdeta li hemberî jinan nedihat nîqaşkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heke peyman bihata pratîzekirin welat bêtir ber bi azadî û demokrasiyê ve biçe. Meha çilê  heta îro 106 jin ji hêla mêran ve hat kuştin. Heke peyman bihata pratîzekirin dibe ku ev jin nedihatin kuştin. Ji ber ku jin nayên parastin tên kuştin. Heke ji bo wekheviya di navbera jin û mêran de polîtîka bihata afirandin jin bi xîzanî û bêkariyê re rûbirû nediman. Ne tenê di qada hiqûqê de, di her qada jiyanê de jin bi newekheviyê re rûbirû ne. Pratîzekirina peymanê tê wateya cudakariya pozîtîf a li hemberî jinê."