Li Hîndîstanê 25 mêran tecawîzî jinekê kirin 2021-05-17 09:23:43     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hîndîstanê di 3’yê Gulanê de 25 mêran tecawîzî jinekê kirin.   Li Delhiyê ya ku Paytexta Hîndîstanê derket holê, di 3’yê Gulanê de 25 mêran tecawîzî jinekê kirin. Jina tecawîz lê hat kirin, di 12’ê Gulanê de çû qerekola polîsan û serpêhatiyên xwe vegot û derheqê tecawîzkaran da gilî kir.   Li gorî nûçeya The Tîmes of Indîayê, jinikê demek berê mêrê bi navê Sagar nas kir û hevdîtinin pê re  pêk anî. Sagar, bi hinceta zewacê bang lê kir ku biçe bajarê Hadalê. Jin dema diçe bajarê Hadalê Sagar û hevalên wî tecawîzî jinê dikin. Dema ku rewşa jinikê xirab dibe, wê dibin nêzî sînorê Badapurê dihêlin û direvin.   Jinik di 12’ê Gulanê de diçe qerekola Hassanpurê û serpêhatyên xwe dibêje û derheqê tecawizkaran de gilî dike. Jinikê ji polîsan re dibêje, ji ber ew nexweş bû wê dereng gilî kiriye. Sucdar Sagar di 14’ê Gulanê de ji aliyê polîsan ve hat girtin. Polîsan ji bo 24  sûcdarên din bên girtin, lêpirsin dan destpêkirin.