Zarokê ji bo soberiyê ket Çemê Dîcleyê jiyana xwe ji dest da 2021-05-31 08:36:28     AMED - Zarokê bi navê Serhat Gunel ê ji bo soberiyê bike ket Çemê Dîcleyê ber bi avê çû û jiyana xwe ji dest da.   Li Gundê Hecî Îsê yê navçeya Sûrê ya Amedê zarokê bi navê Serhat Gunel ku ji bo soberiyê bike ket Çemê Dîcleyê ber avê çû û jiyana xwe ji dest da. Hevalê Serhat ê pê re agahî da malbata wî. Bi agahdarkirina malbatê re AFAD, ÛMKE, Cendirme, komên Tenduristiyê û Lêgerîna Binavê ya Rizgarkirinê û Polis sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî xebatên 3 saetan cenazeyê Serhat hat dîtin û ji çem hat derxistin.