'Em dikarin bi axaftina bi kurdî hebûna xwe bidomînin' 2021-06-05 09:33:12   Hikmet Tunç   WAN - Jinan diyar kirin ku tevî hemû zextan ew ê li zimanê xwe xwedî derkevin û wiha gotin:"Kurdî meseleya hebûnê ye. Em ê bi zimanê xwe biaxivin û wiha statuya xwe ava bikin. Her wiha em ê bi vî rengî hebûna xwe bidomînin."   Tora Ziman û Çanda Kurdî di di 21'ê Sibatê de ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê dest bi kampanyaya îmzeyê kir. Do li Wanê di vê çaroveyê de bi dirûşma "Bila zimanê kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî û perwerdeyê","Bila sedsala 21'emîn bibe sedsala zimanê kurdî" mîtîng hat lidarxistin. Tevî astengiya polîs û walîtiyê bi sedan kesî mafê xwe yê demokratîk bi kar anî û daxuyanî dan. Bi sedan kesen daxuyanî dan diyar kirin ku ew dixwazin zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê.   'Em ê li dijî bişaftina li ser ziman têbikoşin'   Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê Gulderen Varli, da zanîn berî mîtingê ew bi gelek kesî re hatine gel hevdu belavok belav kirine û wiha got:"Jin daxwaza wan ew e ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Kurdî xwedî kok û dîrokeke kevnar e. Em zextên li ser ziman qebûl nakin. Zextên li ser zimanan bi taybet jî li ser zimanê kurdî polîtîk e. Bi sedan salan e li ser zimanê kurdî polîtîkayên bişaftinê tên kirin. Em ê jî di nava her şerdî de xwedî li zimanê xwe derkevin. Em dîsa li vir dibêjin 'Bê ziman jiyan nabe'. Em bang li hemû kesî dikin ku xwedî li zimanê xwe derkevin."   'Em bi zimanê xwe bijîn'   Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Azadî û Mirovan (PÎA) Menice Gulmez wiha got:"Kurî zimanê me ye nasnameya me ye. Çawa dayikek şîrê xwe li zaroka xwe helal dike zimanê me jî mîna şîrê dayikê li me helal e. Ziman hebûna gel e. Em bi ispata herî mezin a hebûna me bi kurdî biaxivin. Em ê bi zimanê xwe biaxivin û wiha statuya xwe ava bikin. Her wiha em ê bi vî rengî hebûna xwe bidomînin."   'Jin bê bişaftin dê civak jî bê bişaftin'   Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Rêya Armûşê Behice Abi bal kişand ser rola jinê ya li ser ziman û wiha got:"Nûnera herî mezin a ziman jin e. Bingeha jiyan û hilberandinê jin e. Jin bê bişaftin dê civak jî bê bişaftin. Em bang dikin ku di nava her şerdî de jin bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Jiyana bê ziman nabe."   'Kurdî meseleya hebûnê ye'   Hatice Kiye ya ji parêzvana zimanê kurdî wiha got:"Zimanê me jî mîtinga ji bo zimanê me jî tên astengkirin. Ji ber qedexeyan kurdî hîn kêm tê axaftin. Dema ziman kêm bê axaftin dê polîtîkayên bişaftinê jî bêtir belav bibe. Her partî sazî çi dibe bila bibe birdoziya wan cuda be jî divê ji bo ziman bibin yek. Zima di qada çandî ya jiyanê de jî xwediyê roleke taybet e. Loma kurdî meseleya hebûnê ye. Zimanê civakekê mafê herî rewa yê wê civakê ye."   'Ger li ser zimanê kurdî zext tunebûya dibe îro Fatma sax ba'   Haticeyê da zanîn divê jin li dijî zextên li ser ziman bêtir têbikoşe û wiha bi dawî kir:"Li Milazgirtê ya Mûşê Fatma Altinmakas ji aliyê birayê mêrê pê re zewicî yê bi navê Sinan Altınmakas bi tecawizê rû bi rû ma. Piştre di 14'ê Tîrmeha 2020'î de ji aliyê mêrê pê re zewicî Kazim Altinmakas ve hat qetilkirin. Fatma dema diçe qereqolê û îfadeya xwe bi kurdî dide îfadeya wê nayê qebûlkirin. Ger li ser zimanê kurdî zext tunebûya dibe îro Fatma sax ba. Divê jin jî di warê ziman, çand û nasnameya xwe de israr bikin."