Emîne û Ferît Şenyaşar: Li TC'yê welatî li bin erdê li edaletê digerin 2021-06-05 14:46:36     RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ji 9'ê Adarê vir ve li ber Edliyeya Rihayê nobeda "Edaletê" didomînin wiha gotin:"Li TC'yê welatî edaletê li ser rûyê erdê nabînin loma li bin erdê li edaletê digerin."   Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe ya nobeda edaletê dewam dike. Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 89'an de ye. Malbata Şenyaşar serê sibehê hat ber avahiya edliyeyê û dest bi çalakiya nobedê kir.   Malbatê ji ber pirsgirêkên tendirustiyê yên Emîne Şenyaşar û ji ber edliye girtîye îro çalakiya li male domand.    'Li TC'yê welatî li bin erdê li edaletê digerin'   Malbatê li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal wiha got:"Li TC'yê welatî edaletê li ser rûyê erdê nabînin loma li bin erdê li edaletê digerin. Yek (parlamenter) bi malbata xwe li nexweşxaneyê komkujiyekê pêk tîne. Ji navberê 3 sal derbas dibin. Dozgereke nikare biryara nepeniyê ya li ser dosyayê rake. Em ê serî hildin û edaletê bînin."