ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2021'Ê 2021-06-06 09:00:00     *Koordînatora Parêzvaniyê ya CÎSST Berîvan Korkut da zanîn ku demên dawî de ji girtîgehan derbarê binpêkirinên mafan yên wekê îşkence û binpêkirinan, lêgerîna koguşan, paqijî, nedayîna alavên paqijiyê, xwarinên nebaş û cezayên dîsîplînê yên kêfî de gelek serlêdan ji bo wan tên kirin.   *Li navçeya Çinarê ya Amedê karkerên ku li ser zeviyên pembû dixebitin tevî zehmetiyên karên xwe ji bo ku debara xwe bikaribin bikin zehmetiyên mezin dibînin. Jinên ku di nav şert û mercên dijwar de dixebitin destnîşan kirin ku neçar in vê karî bikin lê berdêla keda xwe nagirin. BI DÎMEN   *33 jinên ku ji ber Peymana Stenbolê diparêzin tên darizandin, diyar kirin ku ew qadan teslîmê serdestiya mêr nakin û gotin ev doza şerma Tirkiyeyê ye. BI DÎMEN   *Zelal Bîlgîn û Songul Kapanci ku di dîrokên cuda de bi ser malên wan de hatin girtin û hatin binçavkirin, îdianameya der barê wan de temam bû. Di îdianameyê de, tevlîbûna  daxuyaniyên der barê şîdet û tecawiza li hember jin û zarokan, sûc hat hesibandin û ji her yekê re cuda cuda 15 sal ceza hat xwestin.