Li Şehbayê 3 zarok ji ber teqîna mayinê birîndar bûn 2021-06-06 10:04:50     NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundê Babnisê yê Şehbayê, doh êvarê mayin teqiya. Di encamê de 3 zarok bi giranî birîndar bûn.   Li gorî nûçeya ANHA'yê, li gundê Babnisê yê Şehbayê êvarê saet di 18:00 de teqînekê rû da. Hate ragihandin ku teqîn ji ber mayinekê pêk hatiye û 3 zarokên ku ji Efrînê koçî Şehbayê kiribûn bi giranî birîndar bûne.   Navê zarokên birîndar wiha ye: Ebdulkerim Silêman (11), Celal Hisên (16) û Selam Şebabo (14).   Zarokên birîndar rakirin Nexweşxaneya Avrînê ya li Şehbayê.