Nazan Moroglu: Divê hemû mirinên bi guman bên lêkolînkirin 2021-06-07 09:05:11   Marta Somek   STENBOL - Seroka Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Stenbolê Nazan Moroglu da zanîn ku bi taybet di sala dawî de mirinên biguman yên jin û zarokan zêde bûne û got: “Bi sedemên wekê  ku ne sûcin ‘ket mir, qeza bû, întîxar kir’ ve girê didin. Divê hemû mirinên biguman bên lêkolînkirin.”   Li Tiriyeyê di salên dawî de mirinên biguman zêde dibin û ne tenê jin zarok jî biguman dimirin û bi bêcezabûnêre gelek pirsgirêk dertên holê. Li gorî çeteya komkujî û şîdetê ya ajansa me di 2020’an de herî kêm 332 jin û 33 zarok hatine qetiklirin û 110 jî biguman jiyana xwe ji dest dane.    Di 2021’ê de jî mirinên biguman zêde bûn di meha gulanê de li gorî bîlançoyê 25 jin hatine qetilkirin, 5 jê zarok 33 mirinên biguman hatine jiyîn.   Seroka Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Stenbolê Nazan Moroglu der barê mirinên biguman yên jin û zaokan de axivî. Nazanê got mirinên biguman, bi sedemên ku ne sûcin yên wekê ‘ket mir, qeza bû, întîxar kir’ ve girê didin.   Wek hincet întîxarê nîşan didin   Nazanê her wiha daxuyakirin ku di sala dawî de hejmara mirinên biguman yên jin û zarokan zêde bûne û sedem jî piranî întîxar nîşan didin û got: “Mirinek ne xwezayî sûce lê di roja me ya îro de dibêjin ‘qet mir, qeza bû, întîxar kir’. Yanî bi sedemeke ku ne sûc e ve girê didin û divê mirinên ne xwezayî teqez bên lêkolînkirin.”   ‘Nayên lêkolînkirin’   Nazan destnîşan kir ku mirinên biguman her çiqas nîşan bide ku rewşa welat çawaye jî, lêkolîna van mirinan nayê kirin û wiha axivî: "Kuştina Rabîa Naz birin meclîsê, komîsyonek hat avakirin. Di esasamirina Rabîa Naz de, lêkolînkirina mirinên bigunan û girtina tedbîran de lêkolîn hat kirin. Belê ev tên lêkolînkirin lê nakevin jiyanê. Divê hestiyarî, hişmendîkirina civakê bê kirin.”   ‘Mexdûr tên sûcdarkirin’   Nazanê bi lêv kir ku di lêkolînkirina mirinên biguman de mexdûr tên sûcdakirin û wiha vegot: “Divê daraza û saziya tipa edlî di mirinên biguman de hestiyar tevbigere û divê tedbîr bên girtin û ceza bên dayîn. Bi sedan mirinên guman yên di rayagiştî de derneketine hene. Di vê nokteyê de divê pêvajoyeke hiqûqî ya bi biryar bê destpêkirin. Divê saziya Tipa Edlî hemû delîlan kom bike û bide dozgeriyê. Di 2020’an de 171 jin bi guman hatin kuştin lê piranî gotin întîxare. Daneyên kuştinên jinan, şîdet û mirinên biguman nayên girtin. Serê mirinên biguman tên girtin û nakin qedan. Ji ber vê jî daneyên baş tune ne. Gotinên derbarê ‘kuştinên jinan kêm bûne’ de ne rastin.”   ‘Feshkirina peymanê zîhniyetê nîşan dide’   Nazanê daxuyakirin ku Tirkiye bi feraseteke ku nahêle wekheviya zayenda civakî bê bicihkirin, tê birêvebirin û balkişand ser peymana Stenbolê. Nazanê destnîşan kir ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê jî vê zîhniyetê nîşan dide. Nazanê her wiha rewşa jinên ku parastinê dixwazin jî nirxand û anî ziman ku ji sedî 92’ê van li malê şîdet dîtine. Nazan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo pêşîgirtina vê divê ji perwerdehiya pêşdibistanê bê destpêkirin. Ev feraseta ku li malê neyê dîtin divê di dema dibistan û her asta jiyanê de bê dayîn. Lê mixabin ev li Tirkiyeyê nayê kirin. Çareserî feraseteke giştiye. Bi vê dikare pêşî lê bêgirtin.  Bi pêkanîna hevsengiyên hêzê dikare pêşî li şîdetê bê girtin.”