Li Mexmûrê koma 87'an greva birçîbûnê dewr girt 2021-06-07 11:25:47   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" hatiye destpêkirin, îro koma 87’an çalakî dewir girt. Çalakî 172 roj in didome.    Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Çalakiya ku 172 roj in berdewam dike îro koma 87'emîn greva birçîbûnê dewr girt.   Merasîma dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê koma 86’emîn  Xurbet Işlek axivi û got: "Em çalakiya girtiyên azadiyê yên ku li dijî zilm û zordariyê serê xwe ne tewandine pîroz dikin. Di 12’yê îlona 2020’an  vir ve pêngava 'Dem dema azad kirina fîzîkiya Rêber Apo ye' çalekiya ku hatî despêkirin wek wargeha ku ev 28 sal in penabertî li pêy xwe hiştiye û vir ve bi hemû çalakî yan xwe ji bo rizgar kirina  Rêber Apo xwe li ser lingan girtiye û heya niha jî didome.    Bi dest pê kirina pêngava demdema azad kirina Rêber Apo vir ve di pêşengtiya Meclîsa Îştar ya ku di 18’ê Kanûna 2020’an çalakiya me hatî despêkirin ev 5 meh û niv li pey xwe hişt. Wek gele wargehe wek Gele Kurd ku ev 22 sal in me ne kariye bi awayeki fîzîki Rêbera xwe azad bikin û di nava xwe de bibinin wek gel em rexne dayina xwe ji didin. Hin zêdetir soza ku me ji bo şehidên xwe û ji bo Rêbertî dayi wê berxwedana me bidome. Bila Gelê Kurd ji dijminê kurd ji bizane ger yek ferdekê wargehê ji bimine dest ji vê têkoşîna xwe bernadin.   Em ji gefen dewleta Tirk ne xeribin her roj liser gelê wargehê li ser xwezaya Kurdistanê êrişan pêk tîne le em tu çarî li hemberî dagirkeriye serî natewinin em soza liser heqiqete bi meşin didin, em disa ser keftine ji bo hemû gelê xwe dixwazin bi hêviya ev kom bibe koma dawî bi Kurdistanek azade bi  Rêber Apo re bi awayek fîzikî azad bijin.”    Çalakiya dewr girtine bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Mexmûrê” bi dawî bû.