Rengîn Ş. a bi gûman birîndar bibû jiyana xwe ji dest da 2021-06-07 14:45:41     AMED - Li Farqînê ji du xuşk û birayên ku bi awayekî bi gûman bi çekê birîndar bûn Rengîn Ş. li nexweşxaneya dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.    Li navçeya Farqînê ya Amedê li taxa Fêra, Rengîn Ş.(22) û birayê wê Muhammed Ş.(25) di 5'ê Hezîranê de li mala xwe bi gûman bi çekê bîrdar bibûn. Xuşk û birayên ku rakirin Nexweşxaneya Farqînê, piştre sewkî Fakulteya Zanîngeha Dîcleyê hatibûn kirin. Hat diyarkirin ku Rengîn Ş. ya li beşa lênêrtina giran dihat dermankirin vê sibehê jiyana xwe ji dest daye.    Rengîn Ş. ya jiyana xwe ji dest da cenazeyê wê ji aliyê malbatê ve hat giritn û li Taxa Beypinarê hat definkirin.Muhamed Ş. ê ku li nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargilê tê dermankirin jî xeteriya wî ya jiyanê berdewam dike.