Baroyên Herêmê malbata Şenyaşar ziyaret kirin 2021-06-07 15:09:11     RIHA - 91 roj in çalakiya nobeta "Edaletê" ya malbata Şenyaşar didome. Gelek parêzer û serokên baroyên herêmê bi serdana xwe piştgirî dan çalakiya Emîne û Ferît Şenyaşar.    Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, çalakiya xwe ya nobeta edaletê dewam dike. Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 91'ê de ye. Îro gelek parêzer û serokên baroyên herêmê hatin serdana çalakiya nobetê.    Di serdanê de Ferît Şenyaşar axivî û bal kişand ser binçavkirina xwe ya 4 caran û got: "Em ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin. Berê pirsgirêkên tenduristiyê ya dayika min tunebû, lê niha ji sedî 70 çavê wê ya çepê nabîne. Naxwaze tedawî bibe li benda serbestberdana birayê min e. 3 sal in dayika min rondikan dibarîne. Li nexweşxaneyê qeydên dîmen hene û lê tê veşartin. 3 kes hatin kuştin, tenê kesekî 18 sal ceza girt û ev jî cezayê wî hat kêmkirin."   Emîne, jî bal kişand ser kurê xwe yê girtî û wiha axivî: "Kurê min 3 sal in di hicreye de bi tena serê xwe dimîne. Mala me xirakirin. Ev dewletek çawa ye. Nêzî 4 meh in em nobetê digirin. Çima kes dengê me nabhise? Çima kurê min hêj girtiye? Ez dixwazim beriya mirina xwe kurê xwe bibînim."   Di serdanê de serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel axivî û diyar kir ku malbata ku li pêy edaletê ye tê binçavkirin. Abdullah, destnîşan kir ku dê bi her awayî piştgiriyê bidin malbatê.    Parêzera dozê Sevda Çelîk Ozbîngol jî ji bo hatina hevalên xwe spasiya xwe pêşkeş kir û wiha bi lêv kir: "Rûniştina muvekîlên me yên li ber edliyê rewşeke xemginiyê ye. Lêpirsineke berfireh nehatiye kirin. Ji bo edalet pêk bê em ê bi israr bin. Piştevaniya baroyan girîng e. Daxwaza me ya lêpirsîneke bingehîn dê bidome."   Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, da zanîn ku doz ji bo me girîng e û wiha got: "Derbarê dosyayê de me xwest em bi Serdozgeriya Komarê ya Rihayê re hevdîtin pêk bînin lê li cihê xwe ne amade bû. Em parêzer û serokên baroya herêmê dê di nava piştevaniyê de bin. Em ê piştgiriya xwe bidomînin."   Di serdanê de serokên baroyên din jî axivîn û piştevaniya xwe anîn ziman.