ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2021'Ê 2021-06-08 09:00:00   *Piştî qeyûm tayînî şaredariyê dibe şûnde Safiye Kapçak dev ji xebatên şaredariyê berdide û kargeha şanboreka vedike. Safiyeya ji bo debara xwe û zarokên xwe bike bê navber dixebite wiha got:"Em tucarî ne dev ji qadan ne jî dev ji aboriya xwe berdidin. Em ê weke jin destkeftiyên xwe û civakê jî biparêzin. Em li dijî êrişên li ser kedê dixebitin." DÎMEN HEYE   *Çavînên Munzurê ku ji efsûnên gel bigirin heta tevgerên gel, ji berxwedanê bigirin heta serkeftinê, bûye mijar, bi hezaran salane efsûna xwe diparêze û  mirovan heyran dihêle.  DÎMEN HEYE   *Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen diyar kir ku pirsgirêkên girtîgehan didomin û di pêvajoya pandemiyê de li koguşên karantînayê pirsgirêk nehatine çareserkirin û got: “Tenê di meha gulanê de 6 kesî ji ber virûsê jiyana xwe ji dest da. Ji serê sala 2021’ê heta niha 21 kesî jiyana xwe ji dest da.” BI DÎMEN    * Jinên ji ber krîza aborî pirsgirêkan dijîn wiha gotin: “Çîna navîn nemaye, her kes êdî xizane. Divê ev rewş demildest biguhere.” BI DÎMEN    *Nûrcan Kaplan a ku Tarkik Kaplan bi çekê êrîşî wê kir û ew birîndar kiribû, wê û dayika xwe banga piştevaniyê li jin û rayedaran kirin. Nûrcanê di banga kir de wiha got: “Gumanbar ji bo min û dayika min qetil bike hat. Lê niha ez birîndarim û dijîm. Ne piştî mirina amin, niha dengê min bibihîzin.”   * Têkildarê tecrîda li ser rêberê PKK'ê û binpêkirinên mafan èn li hemberî girtiyên siyasî li avahiya HDP'ê ya  navçeya Qoserê dê panel bê lidarxistin (15.00)