Dema binçavkirina 9 kesî 4 rojî hat dirêjkirin 2021-08-02 13:45:49   WAN - Dema binçavkirina endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Hazal Kaya jî di nav de 9 kesên êrişa li dijî malbata kurd şermezar kirin 4 rojî hat dirêjkirin.    Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Hazal Kaya jî di nav de 3 kes ji ber şermezarkirina qetilkirina 7 kesên ji malbateke kurd a li Merama Konyayê, li Wanê hatibûn binçavkirin. Do biserdegirtina malan a ji aliyê polîsan ve dîsa 6 kes hatin binçavkirin. Dema binçavkirina 9 kesî 4 rojên din jî hat dirêjkirin.    Mesut Bor, Hazal Karabey, Ferat Azan, Arjin Tuncer, Çetin Temel, Rojhat Duman, Rojin Varhan, Nurullah Pekbay û Dilovan Duru yên hatine binçavkirin li Muduriyeta Emniyetê ya Wanê tên girtin.