Hatîce Şen: Bêdengî tê wateya hevkariya zîhniyeta komkujiyê 2021-08-19 09:05:09   AMED - Aktîvîsta TJA’ê Hatîce Şen bal kişand li ser êrîşên li hemberî Şengalê û got: "Polîtîkayên ku li başûr diqewimin, polîtîkayeke yekpare ye û bi hevkariya hêzên neteweyî pêk tê. Bê guman li rola PDK’ê gelek e. Lê heke Şengal biçe wê Silemanî jî biçe, wê Hewlêr, Dihok û gelek erdên başûrê jî biçe."    Demek dirêje li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê êrîşên Arteşa Tirk didomin. Bi taybetî jî rojên dawiyê êrîşê Şengalê hat kirin. Êzidiyên ku di 3’yê tebaxa 2014’an de bi êrişên DAIŞ’ê re rûbirû man niha jî bi êrîşên Arteşa Tirk re rûbirû dimînin. Balafirên şer di 16’ê tebaxê de li navenda Şengalê wesayîteke sivîl hedef girt û di 17’ê tebaxê de jî nexweşxaneya li gundê Sikêniyê yê dikeve başûrê bajêr bombebaran kir. Di bomberandinê de sîvîl hatin hedef girtin. Têkîldarî mijarê Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Hatîce Şen axivî.   ‘Civaka êzidî li gel hemû êrîşan hertim xwe parastiye'    Hatîce di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya Şengalê û destnîşan kir ku êrîşên li ser Şengalê berdewamiya feraseta êrîşên DAIŞ’ê ye û got: "Di dîroka Kurdîstanê de civaka êzidî civaka herî kevnar e. Di ol û baweriya xwe de li ser rêya heqîqetê dimeşe. Kevneşopî, bîr û baweriya xwe hertim parastin e. Di dîrokê de heya niha êzidî bi 74 fermanan re rûbirû mane. Dixwazin ew kevneşopî û dîroka civaka êzidî ji holê rakin. Piştî fermana 74’emîn civaka êzdî xwe ji nûve ava kir, xwe bi rêxistin kirin. Bi vî awayî xwe birêve dibe û pergala xwe ava dike. Cara yekemîn e civaka êzidî di dîrokê de xwe birêve dibe. Lewra ji aliyê gelek dewletan ve balê dikşîne. Xwe birêve birina gelê Şengalê xweşa hêzên hegemonîk naçe. Ji bo wê qasî êrîşên li ser Şengalê tê kirin. Li ser Şengalê gelek berjewendî û planên qirêj hene. Heke Şengal biçe wê li qada başûrê Kurdîstanê qelsiyek gelek mezin pêk were.”   ‘Jinên cîhanê ji têkoşîna jinên kurd îlham digirin’   Hatîce destnîşan kir ku jinên cîhanê ji têkoşîn û berxwedana jinên kurd îlhamê digirin û wiha got: “Li ser her çar parçeyên Kurdîstanê dixwazin jenosîdek nû ava bikin. Di vê warê de hewce ye ku hemû hêzên kurdan êdî destûr nedin ku li ser erde kurdîstanê komkujiyên din bê jiyandin. Ew zîhnîyeta komkujiyê ku li ser Şengalê xwe niha dixwaze bide dûbare kirin îro jî bi heman zîhnîyet li ser jinên Efganê tê meşandin. Jinên Efganîstanê ji têkoşîna û berxwedana jinên Şengalê ji xwe re mînak digirin, ji jinên Rojava ji xwe re îlham digire û ew du rojên di kolanan de li ber xwe didin. Yên ku li kolanan li ber xwe didin û teslîmeya hişmendiya baviksalariyê qebûl nakin, jin in. Rol û misyona jinên kurd û jinên Şengalê di vir de gelek girîng in.”   ‘Polîtîkayên navneteweyî dimeşe'    Hatîce anî ziman ku niha bi hezaran jinên êzîdî di destê DAIŞ’ê de ne û wiha bi lêv kir: “Her çiqas êzidiyên ku hatine rizgar kirin hebin jî hêjmarek gelek mezin yên esîr hene. Îro bêtehamûltiyek li hemberî Şengalê heye û her wiha li hemberê têkoşîn û berxwedanê jî. Welatên ku komkujiya Şengalê wek jenosîd pênase kirin divê li hemberê wê bêdeng nemînin. Divê berpirsyartiyên xwe bînin cih û ji bo fermana 75’emîn pêk neyê xwedî li Şengalê derkevin. Ew sê roj in êrîş li ser Şengalê heye, ew sê roj in li Efganîstanê jî êrîş hene. Gava mirov wan hemû bûyeran dide ber hev dibîne ku ew ne tesadûfî ne. Hemû êrîş û bûyer di nav hev de dimeşin. Ew hemû polîtîkayek navneteweyî ye.”   ‘Bêdengî hevkariya zîhniyeta komkujiyê ye’   Hatîce diyar kir ku bêdengiya Yekitiyên Neteweyî yê li hemberê êrîşên li ser Şengalê hevkariya hişmendiya qirkirinê ye û wiha axivî: “Îro di cîhanê de şerê 3’yemîn tê jiyîn. Ev şerê 3’yemîn ji şerên cîhanê yên din cudatir e. Ji ber ku ne tenê fîzîkî ye. Ji hêlek ve êrîş dike, ji hêlek ve qetlîam dike û li hemberê wê bêdengiyek ava dike, ji hêlek ve jî van êrîş û qetlîaman kamufle dike. Di heman demê de hem hêla aborî, hêla psîkolojî, hêla civakî û di gelek aliyen ve di nav planên navteweyî de pêk tên. Ev helwesta Yekitiyên Ewropayê û Yekitiyên Neteweyî ku li hemberê êrîş û komkujiyên li ser Şengalê ku xwe kerr û lal kirin e bêguman hevkariya wê planên navneteweyî ye.”   ‘Em ê bi yekitiya neteweyî listîkan pûç bikin'    Hatîce di axaftina xwe de balê kişand li ser Peymana Şengalê û diyar kir ku bi têkoşîn û berxwedana gelê Şengalê ew planên xwe nekarîn pêk bînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo ku îradeya civaka êzidî tune bê hesibandin gelek êrîş û plan tê kirin. Gelê Şengalê li ber xwe didin lê divê hemû kurd ji bo Şengalê bibin yek. Bi yekitiya xwe dikarin plan û listîkên li ser Şengalê vala bikin. Dewleta Tirk ji ber berjewendiyên xwe û bi taybet êrîşên li ser başûrê, bandora xwe ne tenê li ser erde başûrê dike. Bandora xwe li ser Iraq û li ser hêzên din jî dike. Polîtîkayên ku li başûrê tê qewîmandin, polîtîkayek yekpare ye û bi hevkariya hêzên neteweyî çêdibe. Bêguman di vir de rol û misyona PDK’ê gelek in. Em wek jinên kurd helwesta PDK’ê jî bi tundî şermezar dikin. Heke Şengal biçe wê Silemanî jî biçe, wê Hewlêr, Dihok û gelek erdên başûrê jî biçe. Dê hemû hêzên kurdên wir di bin dagirkeriyê de bibin.”   '3 Endamên RJAK'ê berdin'   Hatîce axaftina xwe re wiha lê dawî anî: “Sedsala 21’yemîn di Rojhîlata Navîn de sedsala jinên kurd e. Jinên kurd bi têkoşîn û berxwedana xwe bandorê li hemû hêzên cîhanê dike. Herî dawî jî dixwazim ev tiştê bêjim. 3 siyasetmedarên endamê Rêxistina Jinê ya Azad a Kurdistanê (RJAK) ku dema ji bîranîna li Şengalê vedigeriyan li Hewlêrê ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hatin revandin.  Ji 15’ê rojê zêdetir agahî ji wan nayê girtin. Divê PDK’ê helwesta xwe ya li hemberê jinên kurdan berbiçav derbas bike û bang dikim ku bila 3 jinên siyasetmedar serbest bên berdan.”