Li Sêrtê jinekê bi awayê gûman jiyana xwe ji dest da 2021-09-13 16:15:32     SÊRT - Li navçeya Tilloyê jina bi navê Ayhan Ozden bi awayê guman jiyana xwe ji dest da.    Hat îdîakirin ku Ayhan Ozden (49) a li navçeya Tillo ya Sêrtê ji xaniyê 3 qatî ketiye û jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Ayhan ji bo otopsiyê bi ambulansa ku hat cihê bûyerê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.   Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.