Li gelek bajaran 9'ê Cotmehê hat şermezarkirin 2021-10-09 16:12:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî komployo navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Amed, Colemerg û Mêrsînê bernameyên cuda hatin lidarxistin û komplo hat şermezarkirin.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî di 9’ê cotmeha 1998’an de neçar ma ji Sûriyeyê derkeve, bi minasebeta 23'yemîn salvegera  komploya navneteweyî li Amed, Colemêrg û Mêrsînê daxuyanî hatin dayîn.     'Ji bo çareseriyê divê Ocalan serbest bê berdan'    Ji hêla Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê ve bernameyek hat lidarxistin û parlamenterên HDP'ê Remziyê Tosun, Dêrsîm Dag, Semra Guzel, Îmam Taşçier, Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Hikûmxwar û Girtiyan (TUHAY-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) tevlî bernameyê bûn. Di bernameyê de sînevîzyonek hat temaşekirin û piştre derbasî axaftinan bûn.    Îmam Taşçier di bernameyê de bal kişand ser komploya li hemberî Abdullah Ocalan û got: "Ji destpêka avakirina Tirrkiyeyê heta îro kurd tên înkarkirin. Her wiha nahêlin ku malbat û parêzer biçin serdana Birêz Ocalan. Naxwazin pirsgirêka kurd çareser bibe. Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane divê Birêz Ocalan serbest bê berdan."   Hevserokê TUHAY-DER Emîn Guzel jî da zanîn ku bi komployê armanc dikin ku di navbera kurd û tirkan de kaosekî mezin derxin holê. Her wiha Hevserokê HDP'ê yê bajêr Zeyyat Ceylan, di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana kurdan a ku sed sal in tê dayîn û wiha bi lêv kir: "Ji bo azadiya Ocalan çi ji destê me bê em ê bikin."    Li Çelê sînevîzyona 9'ê Cotmehê     Ji hêl Rêxistina HDP'ê ya Çelê ve bernameyek hat organîzekirin û di bernameyê de sînevîzyon hat temaşekirin. Di bernameyê de parlamenterê HDP'ê Saît Dede, hevserokê HDP'ê ya Enqerê Vezîr Parlak, rêxistinên HDP'ê yên navçeyan û Dayikên Aştiyê tevlî bernameyê bûn. Di bernameyê de pêvajoya destpêkirina komployê hat vegotin.    Parlamenter Saît, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser pêvajoya komployê: "Birêz Ocalan di nava 125 rojan de welat welat geriya û tenê daxwazek wî hebû ev jî aştî bû. Dixwest pirsgirêka kurd çareser bibe. Di sala 2013'yan de ji hêla Birêz Ocalan ve pêvajoya çareseriyê hat pêşxistin. Lê ev jî hat bidawîkirin. Heke bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk bê dê aştî pêk bê."    Li Mêrsînê panel hat lidarxistin   Li avahiya HDP'a Mêrsînê bi pêşengiya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Mêrsînê û TUHAY-DER'ê panelek hat lidarxistin. Serokê OHD'ê ya Mêrsînê û parêzer Hoşyar Sariyildiz, sekretera TUHAY-DER 'ê ya Çukurovayê Ergîn Altuntaş û ji Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Nafiye Çoban vek axaftvan tevlî panelê bûn. Her wiha aktîvîstên TJA'yê endamên Meclîsa Partiyê ya HDP'ê, rêveberên HDP'ê yên navçe û bajêr û gelek kes tevlî panelê bûn.    Nafiye Çoban, di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdê, Hoşyar jî li ser travmayên komployê ya ku li ser civakê mayî nirxand. Ergîn jî wek Nafiye û Hoşyar bal kişand ser bandora tecrîdê û diyar kir ku heke Gelê Kurd îro xwe îfade dike bi saya Abdullah Ocalan e.