Nergis Guzel: Deklerasyon di cih de ye lê dikare bê berfirehkirin 2021-10-11 09:02:02       STENBOL - Ji DAD’ê Nergîz Guzel balkişand ser rexneyên wekê ku HDP’ê di deklerasyonê de cih nedaye Elewiyan û got daxwazên HDP û Elewiyan wek hevin û dikare deklerasyon bê berfirehkirin.   HDP’ê di 27’ê îlonê de deklerasyona ji 11 xalî pêk diaht aşkera kir. Di vê çarçoveyê de wê heyeta HDP’ê biçe serdanên partî û saziyan. Belgeya ji 11 xalî pê tê di navbera jinên Elewî de tê axaftin. Her çiqas bê rexnekirin ku xaleke derbarê Elewiyan de di deklerasyonê de tune ye jî  ji rêveberiya navenda Giştî ya Komeleyên Elewî ya Demokratîk Nergîz Guzel da zanîn ku HDP her tim hemû bawerî û gelan wekhev dparêze û got dikare belge bê berfirehkirin.   Em kêm bibînin jî bi nirxe   Nergîzê destnîşan kir ku di belgeyê de nebûna daxuyaniyek derbarê baweriyan de wek kêmasî bê dîtin jî bi salane Elewî jî wek HDP’ê dibêjin û got: “Der barê aştî, xweza û jiyanê de Elewî jî bi salane heman tiştî dibêjin. Dema ji vir bê nirxandin belkî qelsî hebe. Partiyeke 6 mîlyon deng girtiye ji 2015’an de ji aliyê desthilatdariyê ve tê terorîzekirin û nêzî 10 hezar endamên patiyê niha girtî ne. Li dijî vê rejîma faşîst tu partiyek muxalefetê heta niha belgeyek wisa pêşkêş nekir. Di  vî alî de em rexne bikin jî li gorî min belgeyek bi nirx e.”    ‘Dikare bê berfirehkirin’   Nergîzê wiha dirêjî dayê: “ Elewî jiyanek azad û aştiyane dixwazin. Divê hemû gelên li dijî rejîma yek mêrî heman tiştî bînin ziman. Em belgeyê qels bibînin jî erênî ye. Li vî welatî yekane baweriya nayê qebûlkirin Elewitî ye. Ji ber vê divê di belgeyê de hebe. Lê belge ne bernameyek partiyê ye. Ji ber vê rexnekirina wê ne zêde di cih de ye. Belge dikare hinek tişt lê bê zêdekirin û berfirehkirin. Her çiqas pirgirêka kurd ji nû ve bê nîqaşkirin jî partiyên muxalefetê pêşniyarên çareseriyê nekrine û der barê ku çaw bê kirin de nexşerêyek nehat aşkerakirin. Di vê hawira zextê de tişta ku partiyên din nekir, HDP’ê kir. Di dema ku HDP dihat terorîzekirin de HDP’ê belge aşkera kir. Dem gelek di cih de bû.”   HDP her tim wekhev nêz bû   Nergîzê di dawiyê de jî bi lêv kir ku deklerasyon û mutabakata Dolmabahçeyê ji bo demokratîkbûna gelên Tirkiyeyê bûye û wiha dawî lê anî: “HDP hîna jî ji bo aştiyê têdikoşe. Hewcedariya Tirkiyeyê bi demokratîkbûnê heye. Hewcedariya gelan bi wekheviyê heye. HDP vê pêvajoyê hildigire. Hewcedariya her kesî bi jiyanek ku dikarin aram bijîn heye.”