Li Herêma Federal a Kurdistanê çalakiyên 25’ê Mijdarê dest pê dikin 2021-11-17 13:48:52   NAVENDA NÛÇEYAN - RJAK'ê, bi minasebeta 25'ê Mijdarê li bajarên Herêma Federal a Kurdistanê dest bi çalakiyan dike.    Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê RJAK ji bo 25’ê Mijdarê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê li bajarên Herêma Federal a Kurdistanê rêzeçalakiyan li dar bixin.    RJAK, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de dê sibê li ber derê Baxê Giştî ya Silêmaniyê bi dirûşmeya "Dem dema parastina jinan û civakê ye" çalakiyek li dar bixin.   Di daxuyaniyekê de hate gotin wê di çalakiyê de şanoyek taybet ya li ser êşên jinan jî were nîşandan. Herwiha wê pêşangehek taybet a jinên bûne qûrbanî jî were nîşandan.