Di doza Pinar Gultekîn de biryara bi hincet eşkere bû 2022-06-25 16:16:38     MÛGLA - Di doza Pinar Gultekîn de hinceta biryara "daxistina tehrîka nerewa" ya kujer Cemal Metîn Avci eşkere bû. Di biryarê de hat angaştkirin ku şewitandina cesedê Pinar a ji aliyê Cemal Metîn ve ne "sûcê eziyetê" çalakiya "jiholêrakirina cesed" e.    Li Mûglayê, 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûglayê, hinceta biryara "daxistina tehrîka nerewa" ya derbarê kujerê Pinar Gultekîn Cemal Metîn Avci ku bûbû sedema bertekan mezin ên jinan eşkere kir. Dadgehê angaşt kir ku şewitandina cesedê Pinar a ji aliyê Cemal Metîn ve ne "sûcê eziyetê" çalakiya "jiholêrakirina cesed" e.