Tevgera Azadiyê hevserokên xwe yên nû hilbijart 2022-07-16 10:27:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 3'yemîn Kongreya Tevgera Azadiyê de gelek biryarên girîng hatin girtin û hevserokên nû hatin hilbijartin.    Kongreya Tevgera Azadî ya 3'yemîn ku bi tevlîbûna 700 delegeyî hatibû destpêkirin, bi hilbijartina 16  endamên desteya rêveber û girtina gelek biryarên nû bi dawî bû.   Kongereya 3'yemîn a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdisatanê (Tevgera Azadî) ku serê sibehê dest pê kiribû ber destê êvarê bi hilbijartina endamên desteya rêveber a nû û girtina gelek biryarên nû yên derbarê bihêzkirina têkoşîna demokrasî û azadiyê de bi dawî bû.   Piştî navbera nîvro ji bo hilbijartina Destaya Rêveber a Tevgera Azadî deng hate dayîn. Di encama dengdanê de 16 kes ji bo Desteya Rêveber a Tevgera Azadî hatib hilbijartin.   Piştî hilbijartina rêveberiyê, Ronahk Mecîd pêşniyar, biryarên derbarê proje û xebatên Tevgera Azadiyê de ji delegeyan re xwend. Pêşniyar, ji bo bibin biryar ji aliyê delegeyan ve hate erêkirin.   Çend biryar û plansaziyên di kongreyê de derketin pêş wiha ne:   “*Avakirina akademiyên perwerdeyî û zêdekirina perwerdeyê.   *Xurtkirina komînên gund û taxan.   *Konfreransek li ser rewşa aborî û bandora sîstema sermayedar û desthilatê, pêşxistina aboriya komîn li ser esasê konfederalîzma demokratîk.   *Wê hemû hewldanên me ji bo lidarxistina kongreya neteweyî be.   *Pêşxistina têkiliyên di navbera hemû ol, bawerî û pêkhateyên li herêmê. Ji bo vê desteyek taybet ji bo ol û baweriyan pêk tînin û li ser vê yekê karê xwe dike.   *Lidarxistina festîval an jî konferansekê li ser çanda kurd û çanda gelan.   *Zêdetir girîngî dayîna xwezayê. Di vê çarçoveyê de wê xebat bê kirin.   *Hemû xebatê wê li ser esaê ku Tevgera Azadî bigihîne hemû civakê.   *Xebatek taybet di warê tenduristiyê de bê kirin. Dîsa hinek proje ji bo gel tê amadekirin ku di warê tenduristiyê de hinek pêwîstî bên amadekirin.   *Hewl bê dayîn ku konferans an jî civînek fireh ji bo jinan têkildarî rewşa jinan a li herêma û kuştinên jinan bê lidarxistin.   *Hewl bê dayîn ku konferansek li ser qurbaniyên şer û cangoriyan.   *Bi sîstematîk li gel rewşenbîran bê civîn, sûd ji ramanên wan bên girtin.”   Piştî biryar û projeyan jî hevserok, endamên destayê û hevserokên herêman sonda xebatê xwendin.   Herî dawî hevseroka peyama dawî ya konferansê da û dawî bi kongreyê hat.   Delegeyên konferansê herî dawî pîrozbahî li hevserokan û desteya rêveber ên hatin hilbijartin kir.