Fermandarên YPJ'ê ji aliyê bi deh hezaran ve hatin oxirkirin 2022-07-25 09:57:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi merasîmeke girseyî fermandara QSD û YPJ'ê Jiyan Tolhildan, Fermandar Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan hatin oxirkirin.    Cenazeyên Fermandara QSD û YPJ’ê Jiyan Tolhildan, Fermandar Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan ên di 22’yê Tîrmeha 2022’yan de di encama êrîşa balafireke bêmirova a biçek a dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dan, bi merasimek girseyî hatin  oxirkirin. Merasîm li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê yê bajarê Hesekê hate lidarxistin. Bi deh hezaran welatiyên herêma Cizîrê tev li merasîmê bûn. Di merasimê de wêneyên cangoriyan, alên YPG û YPJ’ê hatin hildan. Di merasimê de timî dirûşmên “Şehîd namirin“ hatin berzkirin.   'Dê dijminê faşîst têk bibin'   Li vir ewilî endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Edle Misto axivî. Edle diyar kir ku ew bi berxwedana şehîdan gihiştine vê astê. Edle destnîşan kir ku dijminek faşîst heye û hewl dide bi rêya domandina êrîşên xwe li dijî çiyayên Kurdistanê û Rojava vîna gelên azad têk bibe. Edle anî ziman ku bi berxwedana şehîdan û fedekariyên wan, dê dijminê faşîst têk bibin û dê li ser şopa wan, berxwedanê berdewam bikin.   'Gel li ber xwe dide'   Piştre, Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah axivî û got: “Ji bo YPJ, hemû yekîneyên parastinê û malbatên welatparêz em ê li ber xwe bidin.”  Asya îşaret bi 10 salên Şoreşa 19'ê Tîrmehê kir û got: “Gel li ber xwe dide, gelek fedekariyan dike. Li hember van êrişan qels nabe. Biratiya gelan li ser vê axê bi hemû pêkhateyên din re pêk tîne.“   Asya Ebdullah di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku civata navneteweyî berpirsê sûcên dagirkeriya tirk a li dijî gelan e.   Piştî axaftinan, Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya şervanek a YPJ'ê ya bi navê Sema Xelî (Sema Cûdî) aşkera kir ku di nav Şoreşa Rojava de şehîd bûye.   Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed, wesîqeyên şehadeta şehîdan xwend û radestê malbatên wan kirin.   Hat bibîrxistin ku cenazeyê şehîd Roj Xabûr wê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li navçeya Dirbêsiyê, cenazeyên şehîdan Jiyan Tolhildan û Barîn Botan wê li Kantona Şehba li Goristana Şehîdan bên veşartin.