Girtîyekî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da 2022-07-25 11:43:33   RIHA - Li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê, Mehmet Yilmaz bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.    Girtiyê bi navê Mehmet Yilmaz (25) li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê dihat ragirtin, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Bûyer duh çêbû û hat îdiakirin ku Mehmet li serşokê întîhar kiriye. Piştî ku girtiyan rewş ferq kirin, agahî dan gardiyanan. Piştre jî komên tendûristiyê hatin cihê bûyerê û tespîtkirin ku Mehmet jiyana xwe ji dest daye.    Piştî lêkolîna cihê bûyerê, cenazeyê Mehmet rakirina morga Saziya Tipa Edlî (ATK) a Rihayê.