Derbarê 4 mamosteyên nîjadperestî kirin de doz hat vekirin 2022-07-25 12:06:53   AMED - Derbarê 4 mamosteyên li ber tabeleya "Hûn bi xêr hatin" a navçeya Gogsîyê nîjadperestî û heqaret kirin de doz hat vekirin. Mamosteyên hat diyarkirin li Dibistana Seretayî ya Karşiyakayê ya navçeya Gogsîyê ya Erziromê peywirê dikin li ber tabeleya "Hûn bi xêr hatin" a navçeya Gogsîyê nîjadperestî û heqaret kiribûn. Wêneyên nîjadperestî û heqaretê li ser medyaya dîjîtal parve kiribûn. Gelek kesî bertek nîşanî vê parvekirinê dabûn.  Tevî xelkê herêmê, Baroya Amedê di 5'ê Gulanê de li Serdozgeriya Komarê ya Gogsîyê giliyê mamosteyan kiribûn. Piştî gilî hat kirin şûnde ji ber sûcê "Biçûkxistina gelekî ya ji ber nîjad, mezhep, ol, çîna civakî, zayendiyê" doz hat vekirin.  Doz li Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Gogsîyê hat qebûlkirin û dê rûniştina yekem di 8'ê Mijdarê de bê dîtin.  Baroyê daxuyanî da Her wiha Baroya Amedê ji ser hesabê medyaya dîjîtal a xwe diyar kir ew ê şopdarê dozê be.