Girtiyên bi koronayê dikevin nabin nexweşxaneyê 2022-07-25 12:22:43   WAN - Hat hînbûn ku ji bo 4 girtiyên ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê bi Kovîd-19'ê ketine û nebirin nexweşxaneyê, tenê dermanê êşê hatiye dayîn.   Hate diyarkirin ku 4 girtiyên bi navê Şaban Tekîn, Botan Tîmûr, Mert Ekîncî û Nazmî Aydin ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tên girtin bi koronayê (Kovîd-19) ketine. Hat ragihandin ku girtiyên ku rewşa wan a tenduristiyê nebaş bûye, nebirine ne revîr û ne jî nexweşxaneyê û tenê dermanê êşbirê ji wan re hatiye dayîn.   li şûna nexweşxaneyê dermanê êşê   Girtiyê bi navê Botan Tîmur di hevdtîna xwe ya telefonê ya heftane de rewş ji malbata xwe re ragihand. Dayika Botan a çalkgera Nobeda Edaletê Aslihan Tîmur jî diyar kir ku kurê wê di hucreya yek kesî de tê ragirtin û anî ziman ku her tim nexweş e û xwest wî bibin doktor.