ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-26 09:00:00   *Malbatên Şehîdên Efrînê têkildarî komkujiya Zaxoyê dan zanîn li ku derê kurd hebe dewleta tirk êrişî wir dike û wiha gotin:"Divê dewletên navneteweyî û Rêxistinên Mafên Mirovan bi lez bi erka xwe rabin û pêşî li sûc û zextên dewleta tirk bigirin." Her wiha malbatan gotin divê dewleta tirk ji ber êrişan bê darizandin. DÎMEN HEYE   *Parêzer Elif Îpek Tirenç Ulaş têkildarî biryara Peymana Stenbolê ya Dadgeha Bilind da wiha got:"Tehemula me ya li dijî nenaskirina mafê jinan tune ye. Ên jinan tune dihesibînin em jî wan tune dihesibînin."   *Fatma Babat(29) ku li navçeya Hezexê ya Şirnexê dimîne, hem bi firotina pirtûkan debara xwe dike û hem jî ji bo çanda xwendina pirtûkan pêş bixe hewil dide. Fatmayê dibêje bila jin xwe ji qada lê hatine sînorkirin rizgar bikin û li dû xeyalê xwe bilin. DÎMEN HEYE