Ji ber cismekî leşkerî yê teqiya zarokek birîndar bû 2022-07-26 14:56:53     WAN - Li gundê Kiratî yê bi ser navçeya Elbakê ve di encama cîsmek leşkerî de ku teqiya zarokek 12 salî H.E. bi xedarî birîndar bû.    Li gundê Kiratî yê bi ser navçeya Elbaka Wanê ve di encama cîsmek leşkerî ku teqiya de zarokê 12 salî H.E. bi giranî birîndar bû. Bûyer vê sibehê li gundê Kiratî ku dikeve ser sînorê rojhilatê Kurdistanê qewimî. H.E. yê ku li ber pez bû cîsmê leşkerî pê ve teqiya û ew bi giranî birîndar bû. Welatiyan zarok rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê û piştî mudaxileya ewil wî sewqî Navenda Tibê ya Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê kirin.   Bavê zarok Hanîfî Eryilmaz ku ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî, diyar kir ku zendek destê lawê wî jê bûye û ranê wî rastê û serçavê wî bi giranî birîndar bûye. Hanîfî anî ziman ku lawê wî demek dirêj li cihê bûyerê birîndar maye û got: “Cihê bûyerê li ber qijleya leşkerî ye. Tevî vê yekê jî mudaxile nekirine. Niha rewşa lawê min pir xedar e.”    Hat zanîn ku zarokê birîndar li beşa venêrîna awarte tê dermankirin.