Di roja 90'î de hat xwestin girtiyên nexweş bên berdan 2022-07-26 15:27:05     ÎZMÎR - Di roja 90'î ya Nobeda Edaletê de hat xwestin polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin û girtiyên nexweş bên berdan.    Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan dabûn destpêkirin li ber Baroya Îzmîrê didome. Rêxistina HDP'ê ya Konakê serdana nobedê kir.    Divê polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin    Hevserokê HDP'ê yê Konakê Abdulvahap Bal, diyar kir, divê polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin û got sepandinên kêfî didome, ger li welêt edalet tunebe wê tiştekî din tune be.