ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-27 09:00:00   * Parêzera malbata Şenyaşar ku li ber deriyê dadgeha Rihayê di Nobeda Edaletê de ne, Sevda Çelîk got: "Ruxmê delîl û şahidan malbata Şenyaşar dubare ji aliyê dadê ve hate mexdûrkirin. Niha jî ji bo çalakiya wê ya mafdar asteng bikin her tiştî dikin. Emîne Şenyaşar 16 carî hate binçavkirin, îfadeya wê hate girtin û derbarê wê de 5 îdianame hatin amadekirin. Li cihekî edalet tune be li wir têkoşîn pêwîst e û nikare were îlegalîzekirin." DÎMEN HEYE   *Endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsûf li ser mijarên Forûma Jinên Rojhilata Navîn, rewşa siyasî, cîhanî û rewşa jinê got:"Şoreşa jinan şoreşa li dijî zayendperestî, olperestî û zîhniyeta baviksalarî ye. Her wiha şoreşa jinan perspektîfek nû derxist holê. Yekbûna jinan wê azadî û wekheviyê bîne. Forûma Jinên Rojhilata Navîn a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wê bibe sedema yekbûna jinan. Em şoreşa 10'emîn a Şoreşa Rojava pîroz dikin." DÎMEN HEYE   *Endama EŞÎK’ê Berrîn Sonmez biryara 10’emîn Daîreya Şûraya Dewletê ya derbarê Peymana Stenbolê de daye nirxand û got: “Şûraya Dewletê çawa got ‘biryara serokomariyê ji derveyê kontrola darazê ye’ şûnde, ji rejîma dîktatoriyê re zemîn ava kir. Ji bo partiyên siyasî jî pêşniyar dikim di çarçoveya xebatên hilbijartinê de der barê Peymana Stenbolê de bruşora 12 gav ya hatiye amadekirin belav bikin. DÎMEN HEYE   *Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kaplan da zanîn ku li Tirkiyeyê OHAL bi awayekî fîîlî didome û balkişand ser Nobetên Edeletê û got: “Dema pêş de em ê di esasê têkoşîna hiqûq û demokrasiyê de têkoşînê ji du aliyan ve bimeşînin.” DÎMEN HEYE