Ji bo 7 kesên hatin binçavkirin çalakiya şermezarkirinê hat lidarxistin 2022-07-31 14:10:21     STENBOL - Binçavkirin û zextên li dijî endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Stenbolê hatin şermezarkirin.    Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Stenbolê binçavkirina endam û rêveberiya xwe ya di 29'ê Tîrmehê de bi meşê şermezar kir.    Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Stenbolê li naçveya Kuçukçemeceyê meş li dar xistin û pankartên bi nivîsên "Binçavkirin nikarin me biçewisînin. Bijî berxwedana ciwanan." hilgirtin. Ciwanan di meşê de dirûşmên "Em li berxwe bidin û bi ser bikevin","Binçavkirin nikarin me biçewisînin" berz kirin.