Ji bo mîtinga 'Ji şer re na' bang hat kirin: Werin em ji şer re bêjin 'na' 2022-07-31 15:42:29     AMED - Rêxistina HDP'ê ya Amedê ji bo mîtinga dê di 6'ê Tebaxê de bi dirûşma "Çareserî em in, ji şer û mêtingeriyê re ne" bê lidarxistin, banga beşdariyê kir û got:"Werin em ji şer re bêjin 'na'."   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Amedê di 6’ê tebaxê de bi dirûşma “Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na” dê li Qada Îstasyonê mitîngekê li dar bixe. Hevserokên HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy û Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier têkildarî mitînga herêmî dê li dar bixin li avahiya HDP’a Navçeya Yenîşehîrê civîna çapemeniyê li dar xistin. Rêveberên HDP'ê û DBP'ê tev li civînê bûn.     Hevserok Zeyyat Ceylan da zanîn ku ew ji bo mitîngê ji gundan heta navenda bajêr serdanan dikin û xelkê xwe vedixwînin mitîngê û ew bi beşdariya 25 wekîlên xwe xebata xwe didomînin. Zeyyat diyar kir ku ew li benda beşdariyek zêde ya mitîngê ne û got: “Îktidara AKP-MHP’ê ne bi riza xelkê li ser îktidarê ne. Em di bin şert û mercên giran de têdikoşin. Em dikarin bi saetan neheqiya li dijî siyasetmedarên kurd û dostên wan û saziyên demokratîk vebêjin. Mitînga me wê ji bo pêvajoyê bibe bersiv.”    'Li her deverê Kurdistanê şer heye'   Zeyyat anî ziman ku siyaseta AKP-MHP’ê siyaseta tecrîdê dikin û wiha axivî: “Vê tecrîdê ji ser birêz Abdullah Ocalan dest pê kir û li her deverê belav bûye. Li her deverê Kurdistanê şer heye. Îktidar dixwaze xwe bi vî şerî li ser pêya bigire. Bi aloziyan dibe îktidar. Dixwazin carek din aloziyê bixin nava xelkê.”    'Bi êrişa li dijî kurdan û HDP’ê dixwazin bi ser bikevin'   Zeyyat destnîşan kir ku îktidar dixwaze Lozana duyemîn bîne serê kurdan û wiha got: “Wek Lozana yekemîn dixwazin di Lozana duyemîn de jî êrişî kurdan bikin. Bi êrişa li dijî kurdan û HDP’ê dixwazin bi ser bikevin. Wê zext û zilma AKP-MHP’ê negihîje tu encamê. Em li ser rêya rast û heqîqetê ne. Rêya me rêya rastiyê ye. AKP-MHP’ê çareserî hilweşandin û şer û talan anîn. Em li bakur, başûr û rojava siyaseta wan dibînin. Em jî dibêjin em ê tu carî tecrîd, şer, êriş, dagirkeriyê û talanê qebûl nekin. Em ê wek her demê li ber xwe bidin. Serkeftin a gelê kurd e. Divê her kes li dijî şer û tecrîdê dengê xwe derxe. Em dengê xwe derxin wê gel jî bersiva pêwîst bide. Çareserî di Rêya Sêyemîn de ye.  Em di 6’ê mehê de bêjin çareserî em in, dengê çareseriyê em in.”    'Em li dijî tecrîdê ji bo çareseriyek mayînde we vedixwînin mitînga xwe'   Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy jî metna daxuyaniyê ya bo beşdariya mitîngê xwend û destnîşan kir ku ew ji şer û dagirkeriyê re dibêjin na û got: “Em dixwazin her kesê li dijî şer biherike qada şer û ji şer û dagirkeriyê re bêje bes e. Yên ku dixwazin bibînin ka Rêya Sêyemîn û gel çawa tên ba hev bila di 6'ê tebaxê de li Qada Îstasyonê binêrin. Em li dijî şer û tecrîdê ji bo çareseriyek mayînde we vedixwînin mitînga xwe."