ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2022'YAN 2022-08-01 09:00:00     *Têkildarî mijara xebatên şanoyê, jin di qada şanoyê de bi çi rengî tev digerin, jinên di nava xebatên şanoyê de cihê xwe digirin wiha gotin:"Di şanoyê de rengê jinê, rengekî pir xweşik û cuda ye." DÎMEN HEYE   * Dîlan Dîrayet Taşdemîr a HDP’Yî, diyar kir ku NY feraseta damezrandina xwe nayne cih û PDK ji êrîşên Tirkiyeyê re zemînê ava dike. Dîlanê wiha vegot: “PDK li şûna li dijî êrîşan bibe xwedî helwest, hinceta şer bi PKK’ê girê dide. Êrîşan rewa dike.”DÎMEN HEYE   *Endamên Dayikên Aştiyê yên Wanê bertek nîşanî polîtîkayên şer ên bi destê AKP û PDK’ê didomin dan û diyar kirin ku divê ji bo aştiyê hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk bên. Her wiha bang kirin ku li dijî şer bi hev re bibin mertalên zindî û ji bo aştiyê têbikoşin. DÎMEN HEYE   * Jinên Şirnexê bertek nîşanê birîna daran dan û destnîşan kirin ku bi birîna daran dixwazin kurdan koçber bikin û xwezaya herêmê talan bikin û gotin: “Ev ax û milkê me ye ku dixwazin ji me bistînin. Lê em ê li ber wê bisekinin û xwezayê xwe biparêzin.” BI DÎMEN