Bi hezaran jinên Efrîn û Şehbayê êrîş şermezar kirin 2022-08-01 10:45:37     ŞEHBA - Bi dirûşma "Terora dewleta tirk a li ser jinan rawestînin" Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê meşek girseyî li dar xist.   Bi dirûşma "Terora dewleta tirk a li ser jinan rawestînin" duh li dijî êrîşên dewleta tirk û hedefgirtina jinan Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê meşek girseyî li dar xist. Meş ji pêşiya şaredariyê ya navçeya Ehrezê heya goristana pakrewanên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrezê ya Kantona Şehbayê dom kir. Di meşê de wêneyên pakrewanên jin ên pêşeng Jiyan, Barîn û Roj û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, her wiha alên Rêxistina Kongreya Star, Meclîsa Jinên Azad a Şehbayê hatin hildan. Meş bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir.    'Hedefgirtina jinan, tunekirina mirovahiyê ye'   Endama Koordînasyona Kongreya Star a Efrînê Ferîde Îbo derbarê hedefgirtina jinan de wiha anî ziman: "Dewleta tirk a dagirker ji destpêka şoreşê û heta niha jinan dike hedefa xwe û bi taybet jinên sivîl. Piştî ku dewleta tirk a dagirker li çiyayên azad li berambarî berxwedana gerîla têk çû, berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ji ber ku şoreşa me şoreşa jinê ye, dewleta tirk û çeteyên wê jinên ku destkeftî bi dest xistine û pêşengên vê şoreşê ne, dike hedefa xwe. Lê belê ne tenê jinên pêşeng, niha jinên sivîl jî dike hedefa xwe. Bi hedefgirtina jinan dewleta tirk mirovahiyê tune dike û derheqê mirovahiyê de sûcên herî mezin pêk tîne. Ji bo vê yekê daxwaza me ji raya giştî re heye ku rêya hewayî li ser asîmanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigire. Ji ber ku dewleta tirk nikare rêxistina jinê têk bibe bi rêya balafirên bê mirov dike hedefa xwe. Em jî weke jin li hember van sûcên derheqê jinan de helwesta xwe nîşan didin, em ê bi têkoşîn û îdeolojiya jina azad civakek azad ava bikin."   Meş bi dirûşmên "Bimire îxanet" û " Jin Jiyan azadî" bi dawî bû.